lördag 13 september 2008

Şêxmûs:Zîyaret haaa!


Marêreş

Şêxmûs ji gundê Tilşamê bû, (Yanî ew gundê ku Edîb Solmaz lê ji dayik bibû û yê ku di sala 1979an de, dema ku ew serokê beledîya Êlihê bû, ji alîyê dewleta bêbext ya tirk ve bi bêbextî hate qetil kirin.), yê ku girêdayî Bismil e û hema bêje sî kîlometre li rojhilatê Bismil li ber çemê Amedê û di nav wê axa bi bereket de ava ye.Yanî ji Bismil ku berê mirov li rojhilat be, ew ji gundê Qerecixê, ya ku li milê rast yê çem dikeve wirde û ji gundê Koperîyê ku li milê çep û li wîyalî ava çem dikeve, virde ye û qederê sê kilometre li başûrê Tilşamê gundê Şêxûsivê di ber girekî bilin de ava ye.
Îcar li gorî hin gotinan, Şêxmûs evîndarî keçekê dibe û wexta ku ew wê nastîne, yanî pêre nazewice, ew xwe wenda dike û dibe nexweşê ruhî, lê li gorî rîwayetek din; Şêxmûs ji ber tade, zilm û îşkenca cendirman wî xwe wenda kirîye, yanî dîn bûye.
Îcar Şêxmûs di destpêka salên heftêyî (1970) de, çarşîya Batmanê ji xwe re kirîbû wek mesken û ew bi şev û bi roj, kevirê wê di destê wî de û bi wî pardusoyê xwe, yê ku di rengê yê Qumsêr Qulombo de, lê hinekî ji yê wî dirêjtir û ew, yanî ew qapût; çile zivistan, sar an jî germ, dinya ewr yan jî tawik, yanî bi kurtî sal diwazde meh ew li Şêxmûs bû û bi şewqeyên xwe yên cihê cihê, yanî carinan wî, şewqeyê Xerpêtê wanê sê goşe û hinekî ji xwedî pozîsyonek tehdîtkar, dida serê xwe, carinan jî şewqê Dawid Nêrgiz yê ku xwedî pozîsyonek sakîn, di halê xwe de, yê Amedê dida serê xwe û carinan ji hema çi bidestê wî diket, wî ew didan serê xwe û ew li wê çarşîya Batmanê û bi wan çêr û xeberên xwe, yên wek; dê û weled, namûs û xîret û hin xeberê, çêrê Erbî ji tevlî wan siqifê xwe yên ”stndart” dikir û ew yek dihat wê manê ku wî hinek Quran jî xwendî bû. Û ew, yanî Şêxmûs, weke ku tu Keleşkofê têxî otomatîkê û gula bireşînî, wî li wê çarşîyê, li wan pasaja û li wan meydanan, piyase dikir û wan çêrên xwe direşand, dikir. Îcar ew, ango Şêxmûs bibû wek maskot ji bo hemû Batmanîyan û bi taybetî ji ji bo wan esnafên çarşîyê. Îcar Şêxmûs yê ku xwedî bejinek sed û heftê santîmetre dirêj, yekî zeîfokî û xwedî wechekî tarî, reş bû û bi taybetî jî wextê ku xelkê ew eciz dikir û wî jî wan re çêr dikirin, îcar wê hingê wechê wî hê bêtir reş û tarî dibû. Û ji ber wî wechê wî yê tarî, esnafên Batmanê navê wî kirîbûn Marêreş!
Û îcar wexta ku xelkê jê re digot: Marêreş, jina Birako, lanetî Şêxo û hingê ew hê bêtir eciz dibû û çêrên, siqêfên zêdetir dikirin.
Û mirina Şêxmûs jî li gorî gotinan, ji bo ku ew li îxtara polîsan ya ku ew dibêjin bisekine! Û ew jî nesekinî ye û loma jî polîsan ew kuştî ye, ango ”terorîstek” guh neda ye îxtara wan û ji ber wê yekê jî wan ew kuştî ye.
Lê berî ku ew bê kuştin, bê guman gelek serpêhatî û çîrokên wî çêbibûn, yên ku belkî ne ji alîyê herkesî ve, lê ji alîyê Batmanîya ve baş dihatin an jî tên nasîn.

Birako

Îcar yekî dînî din jî hebû, Evdikerîm, ê ku ji gundê Giresîra û yê ku qederê pênc kîlometra li rojavayê Batmanê dikeve. Û yê wî jî bêguman çîraka dînîtîya wî heye. Îcar ê wî jî, dîsa li gorî gotinan; ku dilê wî ketîye keçekê û ew pê re ne zewicî ye û loma jî wî aqilê xwe wenda kirî ye û li gorî versîyonek din jî; tê gotin ku Axayên wan derdora, milkê wî, ango milkê Evdikerîm jê sitendin e û quweta wî tunebû ye ku ew milkê xwe ji wan paşve bistîne û ji ber wê yekê jî, wî xwe wenda kirî ye.
Îcar yê Evdilkerîm, ew xwedî du xisûsyetên balkêş bû, yek jê ew bû, ku ew pir mirovekî bêzerar bû, yanî tam berevajîyê Şêxmûs bû û ya diduyan jî, ew bû, ku wî qet xwe nedişûşt, îcar ew porê wî yê dirêj, ew kincên li ser wî û ew neynûkên wî, îcar bi kurtî ew temtêla wî, haletekî pir ecêb girtî bû û xelkê, ji ber kîjan sedemêye nayê zanîn, yan jî mirov nizane, navê wî kiribûn, danîbûn Birako!
Û piştî mirina wî, her û hal ji ber wê bêzerarîya wî, wê henûnîya wî, îcar Batmanîya tirba wî kirin Zîyaret! Yanî mezelê wî vêga Zîyaret e. Esas wexta ku ew hê sax jî bû, hineka ji bo wî digotin; ku ew welî ye û tiştên wilo.
Îcar esnafên Batmanê, Şêxmûs, yanî Marêreş û Evdilkerîm, yanî Birako, di wê demê de, li hevûdu sor dikirin, yanî wan bera hevûdu didan.
Îcar piştî mirina herduyan, wexta ku xelkê Batmanê ji Birako re Zîyaret çêkir û hema heykelek jî, ji Marêreş re çênekirin, îcar hingê û bê şik heqê wî, yanî heqê Marêreş, yê gazina çêdibe, ji ber ku ew, li Batmahê û ew cîyên ku Batmanî lê belav bûne, belkî ew hîn ji Birako jî meşhûrtir bû!

Kart Kurt yan Tirk Tirk


Û îcar eger ku Şêxmûs, ji tirbê serê xwe rakira û bi piçekî aqil û niv dînîtî, wî li rewşa vêga binihêrta, îcar hingê belkî wî wanî bigota, yan jî mirov dikare wî bike bahane û dest pê bike û bibêje: bi taybetî gelî Batmanya û bi giştî gelî mirovan! Belê we navê me xera kir, yanî ji dêlva ku hûn ji me re bibêjin; birêz Şêxmûs, hadê em dev ji ”birêz” berdin, lê hema normal bigotana Şêxmûs, lê ji dêlva wê re, we ji mere got; Şêxo, me dengê xwe nekir, we me dîn îlan kir me ”zêde” dengê xwe nekir, lê nav xerakirin jî têra we nekir, îcar we navê heywana li me kir, yanî we ji me re got: Marêreş, me tenê ”piçekî” xwe eciz kir!...
Yanî dewleta Tirk çi tîne serê we, îcar hûn jî ne bi temamî be jî, lê qismî be jî hûn tiştekî wisa tînin serê me, ango wexta ku normal, hûn jî, wek xelkên din yên cîhanê bi navê xwe, xwe didin nasîn, yanî hûn dibêjin; em Kurd in! Lê ew dibêjin, na hûn Tirkê çîya ne!..
Yanî ku wan bigota; hûn Kurdê çîya ne, wê gavê belkî zêde dijberî li hember wê yekê tunebûna, yanî ji xwe Kurd jî, wê yekê înkar nakin û ew jî, ji xwe re wilo dibêjin: ”Em Kurd in, şêrê çîya ne, da bijîn, serbest û jîr, doza me, doza welat e, bistîn in, bi qevda şûr!... ”.
Îcar ya Tirka manîpûlasyon û înkar e, yanî wê mesela, ew çîroka ku Tirk ji bo Kurdan dibêjin, yanî ew mesela ”kert, kurt” ê, îcar niza qaşo xwedêgiravî, wexta ku xelk li ser berfa hinekî hişk meşîyane û ew berf di bin nigên wan de kirîye kert kurt û loma jî ji wan re gotine Kurd! Yanî hûn ji xwe re li wê analîza ”ilmî û kûr” mêze dikin! Îcar li gorî wê teorîya Tirka ya ”ilmî”, qaşo ew, yanî Kurd, di eslê xwe de Tirkên herî heqîqî ne!...
Lê belê esas tersê wê teorîyê dibe ku rast be, yan jî pir nêzî rastîyê be.
Belê kalekî Kurd îzaha wê yekê û ya ”ilmî” wanî dike: ”Kurd, ev bi hezarên sala ne, ku li ser axa xwe û li gund û bacarên xwe dijîn, îcar zemanê berê wexta ku Tirk wekî koçera li ser pişta hespa, seyar an jî bi gotinek modern; mobil dijîyan û ew weke çetyên talanker; virde û wirde hicûmî gunden Kurdan dikirin, lê Kurda nizanîbûn bê navê wan pêxwasa çi ye? Îcar wexta ku di çile û di berfê de wan, yanî Tirkan hicûmî gundên Kurdan dikirin, wê gavê berf di bin nigên wan de dikir; tirk tirk û Kurda bi lez xeber didan hev, yanî ew diketin alarmê, ji bo ku ew bikaribin xwe ji wan talankeran biparêzin, îcar wan, yanî Kurdan ji hevûdu re digotin: tirk, tirk, hatin! Û ji ber wê yekê ye, ku vêga ji wan re dibêjin Tirk”.
Îcar wek ku tê zanîn, zemanê berê, berî wê keşifa kalê Kurd; ji pêşîyên wan, yanî ji pêşîyên Tirkan re digotin: Masaget, Hunn û Oxûz û hwd.
Îcar Tirk zanin teorîya kert kurtê çêkin, ma qey Kurd kêmî wan in! Lê eger ku mirov wan teorîyên “kur” li wir bihêle û vegere ser polîtîka Tirka ya li dijî Kurda û polîtîka we li dijî me, yanî, wan navê we xera kir û we jî navê me xera kir, wan heqaret li we kir, we jî heqaret li me kir. Û îcar wan dengê we, rengê we, govend girtina we, eger ku em pir kurt bibirin yanî wan hetanî fîkirandina we ji qedexe kirin û ji ber wan sedeman, yanî tu rêkî ji we re nehiştin û we jî li dijî wê tade, niheqî û zilmê; gelek caran îsyan kir, yanî we serîhilda!
Îcar hûn jî me mecbûrî îsyan kirinê nekin, yanî navê heywa meywana li me nekin û vêderê ne bexçê heywanata ye û zêde bi hesasîyetê me jî nelîzin!

Qehwa Eta Mûto

Ê hey malneviritîno ma qey vêderê, yanî ma Çarşîya Batmanê Qehwa Ete Mûto ye? Yanî Qehwa Hemalê Mêrdînê. Vêca yên ku mesela wê Qehwa Hemala nizanî be, em hewl bidin û bi çend gotina û bi kurtî be jî hinek behs bikin, yanî veke ku tê zanîn Hemalên Mêrdînê pir binavûdeng, yanî meşhûr in û li gorî cîyên din, hijmara wan jî gelekî zêde bûn û her û hal, ew yek jî ji cîyê ku Mêrdîn lê avakirî ye dihat, yanî ji ber ku ew hem li cîyekî bilind û hem jî, li palê ava bû û ji ber wê yekê jî, zede erebe û hwd, ji bo birin û anîna mal, ne pir piraktîk bû û ji ber wan sedeman jî, mirovên hinekî zexm, ribît û bi hêz wî karî dikirin, yanî malê xelkê bi pera ji wan re dibirin û tanîn û ew tecrûba salan wan mirovan, yanî wan hemalan, ji hêla teknîka bar hilgirtinê de jî, gelekî ji hemalên wan bacarên wê derûdorê pêşdetir bûn.
Mesela ewan hemalan zanibûn, ku bê mirov çawa dolabeke qeşemê (buzdolabı) bi çi şiklî, wê ew wê li ser pişta xwe bi cî bikin û wê di wan kuçên bi kaş û serejêr û teng de û ku bê çawa mirov dê wan dolaban bikarîba bibra û wan derdixistana qata didu an jî qata sisêyan û hwd.
Îcar ewan hemalan, ne tenê li Mêrdîn lê herweha, wan piyasa Batmanê û Amedê jî xistibûn destên xwe û îcar li wir, derxistina wan dolaban dibû heta qatên pênc û şeş û heta nav û dengê wan çûbû Stenbolê jî û li gorî gotinan, wan li wê derê jî kar dikirin...
Lê li vir, mirov nizane bê çi bibêje, yanî ew cîyê ku dergûşa îcadên wek; teknîk, nivîs, qanûn, mîmarî, dîn û ilim, yanî bi kurtî ciyê îcada şaristanîyê, lê ji xwe re li halê dinyayê binêrin, ku parzemîna Emerîka, ya ku mirov dikare bibêje ku hîna do hate keşf kirin û ew çûne ser hîvê, lê sal 1970,80, hêna xelkê ku ew ji devereke ku cîyê dergûşa zanistî û kulturê bû, yanî Mêrdîn, hîna bi teknîka hemaltîyê mijûlin!
Lê eger ku sûcek hebe û ji wê yekê tu şik tune ku heye, îcar ew sûc ne yê xelkê belengaz e, lê belê yê wan pêxwasên, ku katilê, kujerê wê kulturê û sebebê wê paşvemanê, yanî dewleta bê bext û Împaratorîya berî wê ye.
Îcar, eger ku mirov li vir, analîza xwe ya ”kûr” di derheqê tecrûbe, şarezatî, hostatî û teknîka hemaltîyê, ya hemalên Mêrdîn û belavbûna wan li bacarên derûdor û li bacarên Tirkan deyne alîkî û vegere ser mesela xwe, yanî ew mesela ku li Mêrdîn, li Qehwa Eta Mûto, ya ku meskenê hemalan bû, diqewime. Belê, wextê ku kar tune bû, îcar wan hemalan jî, ji xwe re diçûn Qehwa nava bacêr, yanî qehwa Eta Mûto û li wirê, wan hem ji xwe re li bendê karekî bûn û hem jî wan bêhna xwe didan û ji hêleke din de jî, ewan, di wî zemanê xwe yê vala de, wexta ku fersend didîtin, wan ji xwe re bi kaxeta û li ser çay an jî gazoz û hwd dilîstin.
Îcar rojek ji rojan çar heb hemal li Qehwa Eta Mûto û her yek ji wan ji xwe re li ser kursîyêkî û li dora masekê rûniştî û wan ji xwe re bi qeremaçe dilîstin. Marqecî, yanî ew mirovê ku ji wan re serwîs dike, partîkî çay, partîkî gazoz û didû re partîkî nanik, biskuwît dibe, lê ew misêwa ji alîkî de şepe şep wan e, ew bi kaxeta dilîzin û ji alîyê din de jî qulte qulta wan e, ew ji marqecî re bi desta îşaret dikin; yanî partî bîne, nanik, gazoz, çay û hwd.
Lê belê nîhayet lîstik diqede û marqecî tê cem wan disekine û ji wan dipirse; bê ka partî, yanî heqê wan çaya, gazoza û biskuwîta, li cem kê, an jî li cem kîjana ji wan maye?
Lê ewan hemalan, her yek li ser kursîyê xwe û li yên din dinêre, çavên wan di reqise û yek ji wan li marqecî dinêre û mirovê kêleka xwe îşaret dike û dibêje: heqê partîya li ser Dîko maye! Yanî, ew e perê wan partîyan Dîko bide. Marqecî li Diko dinêre û dike ku jê re bibêje ka pera, lê Dîko ji marqecî zûtir dest bi gotinê dike û jê re dibêje: na wele, ew ne li ser min, lê li ser Şêro maye! Û bi tilîya xwe, yê cem xwe nîşan dide! Marqecî hinekî eciz dibe û berê xwe dide Şêro, lê hê berî ku marqecî pera jê bixwaz e, Şêra li ser kursî cîyê qûna xwe xweş dike, çavên wî direqise û li marqecî dinêre û jê re dibêje: ne wele, bi serê bavê (babê) te ne li ser min, lê li ser Hirço maye û bi desta yê hemberî xwe nîşan dide! Yanî ew dibêje ku, divê ku ew, yanî Hirço perê wan çay, gazoz û nanikan bide! Marqecî hêdî hêdî lê belê baş eciz dibe, keserek kûr dikşîne û vê carê bi awirnî hinekî tehdîtkar, berê xwe dide Hirço, lê berî ku ew, yanî marqecî devê xwe veke, Hirçoyê `min û te` li yê kêleka xwe dinêre û bi desta îşaret dike û ji marqecî re dibêje: welahî bira, bi ocaxa babê te partî li ser Keftaro maye, yanî divê ku ew pere bide! Îcar marqecîyê reben êdî pir eciz dibe û bi awirnî gelek dijwar û tehdîtkar li Keftaro dinêre, her çiqas ku Keftaro hewl dide û dixwaze ku dîsan ew jî wek yên din bibêje, ku partî nizanim li ser filankes maye! Lê marqecî êdî hew îdare dike û li wan dike qîrîn û ji wan re dibêje: ûlaannn ku ez rabim, ez ê nizanim di çî we niza çi bikim û dom dike dibêje: ûlaannn ma qey evder bexçê heywanata ye!...

Çêr, siqêf û xeber

Îcar gelî hemşerîyên min gelî Batmanya, yanî rica min ji we ew e, ku hûn; ne çarşiya Batmanê bikin wekî bexçê heywanata, an jî qehwa wan hemalên Mêrdîn û ne jî min mecbûrî bikaranîna hinek metodê hişkeberê (ilkel) bikin û hûn jî zanin ku bêhna min ne wekî ya wî marqecîyî fire ye!...
Îcar wek ku hûn jî ji nêz ve û baş bi wan şan û şûdên min zanin, ku ez bi hindikayî dikarim deh qat ji wî marqecîyî xerabtir bikim û evana ne tu zirt û fortên vala ne, yanî eybe ku mirov bibêje, lê wekî ku hûn jî gelik caran şahid bûne, min ew yek di piraktîkê de, yanî di kolanê Batmanê de û gelek caran îspat jî kirî ye!...
Lê yê min, her çiqas ku hûn min pir zêde jî tahrîq dikin, lê bawer bin ku yê min ne ji ”mecbûrî” be, ez naxwazim behsa wan metodên hişkeberê bikim, an jî wan li dijî we bi kar bînim!
Lê wilo xuya ye ku hûn di wan kiryarê xwe, yên li hember min û yên ne dostane de israr dikin û mirov di mîsal dayîna, wan nav xerakirin, çêr û siqêf, yên ku we bi me an jî li me dikir de, tu zehmetî nakşîne. Yanî, Xwedê heye gerek mirov heqê we nexwe, di wî warî de, yanî ji hêla siqêf û çêran de, hûn gelek jêhatîne!
Ka qaşo, yanî we navê me kiribû xeberok! Lê îjar hûn bi kur de diçin; Marêreş wilo siqêf dikir, Marêreş werê xeber dikir, nizanim Marêreş wisa çêr û hwd dikir!
Erê, temam, ez jî îdîa nakim û nabêjim; ku sê payê emrê min di mizgeftan de û bi kişandina selewatan derbas dibû, yanî yê min jî carinan wextê ku hinik tişt di serê min de diçûn û dihatin, wê gavê min jî hew xwe digirt û eger ku em xwe li hevdu banedin û raste rast bibêjin: yê min jî, yanî min jî dê û weled, namûs û xîret û hwd, dida ser hev, îcar qiyas çiqas di cîde ye ez jî nizanim, lê wekî keleşkova ku mirov bi şiklekî otomatîk gula bireşîn e, yanî wexta ku ez lê sor dibûm û min wan çêra û xebera dikir.
Lê hemû ew çêrên ku min dikirin, ew qet ne dîrekt ji we re bûn, hedef, ew ê ku me û wan hestî ji hevûdu şikandî bû, yanî ew xeber, çêr û siqêf bi tenê, ji qewlî Birako ve ji Kemoyê ser zilq, hevalbendê wî û mirovên wê û ew kûçik û gurên wî re, yên ku jîyan li min û li we kirîbûn dojeh, cehenem bû.
Îcar ku em vegerin ser bê edaletîya we û biratîya we, ya di derheqê min de û bê şik, ew siqêfên we, yanî, eger ku hûn misalê çêra, xebera û hwd, ji min dixwazin, okey, yanî baş e, lê hema ku hûn ”belgê nivîskî” ji min nexwazin, ji ber ku xwendin û nivîsandina min zêde tune…
Gelî Batmanya, esas Êlihê rasttir e, lê de her neyse, îcar, ma we çi zû jibîrkir, ma qey nayê bîra we, wexta ku we bi Birako ji min re siqêf, çêr û hwd dikir, yanî wextê ku we digot: Marêreş, jina Birako, nizanim çi Şêxo û hwd!

Xetên Sor

Û tevlî temamên wan heqaretên we, yên giran jî, min tenê carinan, yanî wexta ku we sînor, an jî bi gotinek din û aktuel, wê gava ku we xetên min yên ”SOR” derbas dikir, wê gavê ez jî bi awayekî mecbûr dimam; ku ez di cada yekê de, di cada diduyan de û di wan pasajên bacarê Batmanê de, xwe nîşanî we bidim, yanî hinekî bala we bikêşim! Û ew yek mirov dikare bibêje; ku bi şiklekî û bi tenê, ji bo ku ez tenê we hinekî çavtirsandî bikim!
Yanî, belkî vêga hûn dibêjin; Şêxmûs dev ji me û wan xet û metê ”sor” berde û belkî, dîsan hûn dibêjin: Şêxmûs, dibe ku haya te jê tune, lê di dû te re jî hinek ”camêrên” din jî wekî te pir behsa wan xetê ”sor” kirin, dikirin, lê belê ew xet û metên wan yên ”SOR” tevek çûn çem û çem!...
Îcar ew mesela xetên “sor”, weke ku herkes baş dizane, dewletên bi hêz, bo nimûne, yên wek Emerîka bi tenê carekê dibêjin, dîsan bo nimûne, wan ji qesabê Bexdayê re got: tu nikarî ji xeta 36an derbas bibî û ew mesele qedîya, yanî Seddam li ser dûva xwe rûnişt, yanî bi gotinek din, ew li cîyê xwe rûnişt! Eger mêr bûna, wê ew rûneniştibûna…
Lê yên qels, lawaz yê wek Gurê Manco, sibê, nîvro, êvarê û hema bêje her roj; ev der xetên min yên “sor” in, ew der xetên min yên “sor” in, lo niza kîjan der xetên min yên “sor” in, yanî tu dibêy qey ew bûye ´cotkarê payîzê´ ew wisa evîndarê xeta ye. Bê şik ku hêza wî hebe, ew ê xetên “sor” ne li vir û li wir, lê belê ew ê wan dora dinyayê tevî bikrana xetên “sor”, lê weke ku pêşîyan jî gotîye: “Xwedê çîya dibîne û berfê lê dibarîne”, yan jî ji qewlî Ebedîn hoste ve Xwedê (…) bêbexta nas dike!
Îcar li wê derê em zêde çîroka xetên “sor” dûdirêj nekin, ew xetên ku ji bo yên wek Gurê Manco û dîsan yê ku av çûye bin wî û nikre baş ew cîyê ku ew lê ye jî bisekine, îcar ji tirsan re; ev der û ew der qaşo xetên wî yê “sor” in, ew xetên ku ji zû ve berhewa bûne…

Eh amê ew çû li ser boş!

Yanî weke ku mêrikê Sêrtî digot: ”eh amê ew çû li ser boş” û ewê meselê, tu jî baş dizanî, birêz Marêreş, an jî Şêxmûs! Qet ferq nake.
Yanî wê çîroka ku mirovekî Kurd û mêrikekî Sêrtî û ya ku li Sêrtê, Batmanê û wan derûdora baş tê zanîn. Belê, bi kurtî: carekê yekî Kurd diçe Sêrtê ji bo karekî xwe û li wê derê gotinên wî û yekî Sêrtî li hevdu asê dibin û ew û yê Ereb li wir şer dikin. lê belê li wê derê belkî pêncî heb Erebên Sêrtê û bêyî ku bipirsin, bê ka sûç an jî xeta yê kê ye û giş bihev re û wekî şamîya li yê Kurd tên hev û de lêxe ku ti lênaxî, yanî têra wî lê dixin û yê Kurd bi zor û heft bela û nîvmirî ji nav lepê wan û bizor xelas dibe.
Îcar, ji ber wê yekê mêrikê Kurd jî, ji xwe re sond dixwe û dibêje: eger ku ez yekî Sêrtî li cîkî zevt bikim, ez ê wî perçe perçe bikim!...
Îcar zeman derbas dibe û rojekê ji rojan yê Kurd di rêya gund de li mirovekî rast tê, piştî li hevûdu silav dayinê, yê Kurd lê yê din dinêre û jê dipirse; niza birayê me yê mihterem ji kê derê ye gelo? Ê din bersîv dide, yanî dibêje: eh amê ez ji Sêrtê me! Ez ji Sêrtê me haaa!... Îcar ew bersîv, hew tune ku yê Kurd dîn bike û îcar mêrikê Kurd ew ”lînç” ya Sêrtîya, ku ew bizor û heft bela û nîvmirî jê nav lepê wan xelas bibû, tê bîra wî û ew pir eciz dibe û êdî ew hew xwe digre û li nava çavên yê Sêrtî dinêre û weke ku Kurd dibêjin, ew çavên xwe digre û devê xwe vedike û li mêrikê Sêrtî dike qîrîn û jî re dibêje: ê ûllaannn ezê di dîya mirovê we yê herî baş nizanim çi bikim!...
Lê mêrikê Sêrtî li yê Kurd dinêre û piçekî jî dibişire, yanî hinekî bi ken û ji yê Kurd re dibêje: eh amê ê te çû li ser boş! Yanî ê te li valahiyê çû!
Lê yê Kurd, hinekî şaşmayî û ecêbmayî li yê Sêrtî dinêre û jê dipirs e: yanî çawa ew çû li ser boş û yanî ew yek tê çi mahnê? Mêrikê Sêrtî ji yê Kurd re îzeh dike; eh amê ê te çû li ser boş, ji ber ku mirovê baş têde tune! Yanî mêrik, ew Erebên Sêrtê qest dike!

Keşê sînek, Zirt û fort, Bexdad Boob, Gurê Manco û …

Îcar belkî dîsan ku hûn bibêjin; birayê Şêxmûs, ew mîsala ku; ”eh amê ew çû li ser boş” çiqas di cîde ye, em jî baş nizanin, lê eger ku tu ne xeyidî, em dikarin mîsalekî din jî bidin, yanî di derheqê yên ku fort û zirtan dikin, dikirin, mîsal pirin, lê em ê li vir tenê piçekî behsa Bexdad Boob, yanî behsa Mihemmed Seîd el Sahaf bikin, yê ku wezîrê enformasyonê yê Îraqê, yanî wextê cenga adara 2003ya, ew ê ku li Bexdadê derdiket hember çapemenîyê û agahî; hem didan raya giştî û hem jî dida dinyayê.
Belê wekî ku ji nêz ve û baş tê zanîn, wexta ku Bush, yê piçûk li Pêxwasê Bexdayê hatîbû xezebê û di zemanekî kin de hêzên wî hatibûn hetanî nêzî Bexdadê û rojeva dinyayê jî ew bûyer, ew mesele bû û herkesî li gorî xwe li ser çûyina, dawîya, yanî netîca wê cengê, ji xwe re komentar, yanî şîrove dikirin.
Û îjar ku dinya tev bi wî şerî bilibike, ma qey ewê Gurên Manco, yanî generalên Tirka, li cîyê xwe rûnên, ji xwe hê bi mehan berî ku şer dest pê bike, bi şev û roj, rojeva dewleta Tirk ew bû û îcar wan digot; nizanim emê di virde têkevn Îraqê û di wirde derkevin, emê nizanim bi ewqas leşker têkevnê, lo nizanim emê di rojekê de li Bexdadê bin û hwd.
Îcar, yanî wê çaxê qaşo ew û Bush, yanî ew û Emerîka dost û mutefîk, hevalbend û bihev re bûn, lê weke ku pêşîyan jî gotî ye; carinan hesabê mal û sûkê li hevûdu dernakeve!…
Belê, îcar ê wan jî, ji xwe ew ji do ve hazir bûn û îcar generalên Tirk, di televîzyonan de û şiv di destên wan de û li ser nexşe, xarîte, wan bi wê zeka xwe ya ”şahane” û di heman demê de, ew bê şerm û fedî, rehet rehet û cidî cidî digotin: eger ku hêzên Pêxwasê Bexdayê, yanî hêzên Seddam, îşev an jî sibê, an jî di van rojên ku tên de, ku ew hêzên Bush ji derdorê Bexdadê û ji derûdora balefirgeha Bexdadê, bi qewirîne, yanî wan mecbûrî, zorî xwe paşve kişandinê bike, wê gavê; Seddam dibe yek (1) û Bush jî dibe sifir (0)!!! Belê ev ne henek e û we şaş ne xwend, lê yê ku ji rastîya vê xeberê şuphe bike, dikare (eger ku bikaribe), li arşîvê TRT-int, yê wê demê binêre!
Belê wî generalê teqawid, eynî werê digot, yanî li gorî wê analîza wî ya ”kûr” ya di derheqê şer de; netîce dibû (1-0) li lehê Seddam û îcar hesab li cem we ye, gelî xwendevanan.
Yanî ji herkî ku Komara Tirk ava bûye û ji xwe wan wê avakirî ye û bi wê zekaya xwe ya ”şahane” wê hetanî îroj bi şiklekî ku dinya tev pê dizane, îdare kirine, yanî ji qewlî Jîrînoviskî ve, wan bi qesabî, bi komkujî, bi koçberkirinê, talanê û îdamê, yanî bi kurtî dîroka qesabîyê.
Îcar gotina îdare kirin an jî birêve birin, ji ber wan sebebên ku li jor hatin destnîşan kirin, her û hal ne zêde di cî de ye, ji ber ku wan di wî heştê salî de; bîst û heşt (28), li gorî Silêman Demirel, yê ku zemanekî serokwezîr û zemanekî jî serokkomar bû, yanî ji devên fermî ew hijmar têne diyar kirin û bi wê yekê jî hertim Kurdan tehdît dikin, yanî bi kurtî ew dibêjin: ku hûn çiqas serê xwe rakin emê we qetil bikin! Û gerek ku mirov baş bizanibe, ku ew wê yekê înkar nakin!
Îcar wan serhildanên Kurdan, tevek jî bi xwînê hatine perçiqandin û ya bist û neh (29) a, hêja dom dike û werê xuya ye ku ya vê carê, yanî serîhildana P. K. K.ê ya ku bi rêberîya Abdullah Öcalan û yê ku ji alîyê ekseryeta Kurdan ve wekî Serokê miletê Kurd tê qebûl kirin (û ew yek, tevlî ew pergala wahşetê ya dewleta Tirk, yanî tevlî kuştin, talan, koçkirin, gund şewitandin, îşkence û hwd), ne wek yên berê ye, yanî ya wê carê, li gor yên berê; pir baş organîzekirî û bi rêkûpêk xuya dike.
Her çiqas heştê sal hate zikir kirin jî, lê eger ku mirov ew zemanê Împaratorîya Osmanî deyne alîyekî, wê gavê, hema bêje temamê wan bîst û heşt serîhildanan, yên ku temamê wan bi xwînê hatine perçiqandin, ji dervî Koçgirî hema bêje tev; di navbera salên 1924 û 1938-9´de rû dane.
Ji xwe ku mirov bi serîkî sakîn wan serhildanên berê dixwîne û hinekî li ser wan difikire, wê gavê bi rehetî, ew yek tê dîtin ku; hema bêje tevekê wan, eger hêlek ya wan serîhildana, ji ne qebûlkirina Kurdan, ya li hember nîrê koledarîyê û hwd be jî, lê ji hêla din de, ew yek wek komployên dewletê, yên li dijî gelê Kurd bûne, yanî ew li gor planên wan yên înkar û îmhayê bûne.
Îcar, gelo ew yek; îronîyek zalim, bêbav ya dîrokê bû, an jî bêbextîya Tirkan, yanî ”SIPAS” ji bo alîkarîya we, yanî alîkarîya Kurdan, ya ku di wî zemanê Tirkan, yê herî teng de, yanî piştî belavbûna, perçebûna Împaratorîya Osmanî û ji bo avakirina komara wêga. Îcar bi kurtî wê gava ku serleşkerê Tirkan, yê wê demê; M. Kemal, li herêmên Kurdan digerîya û destên giregirên Kurdan maçî dikir, sozê namûsê dida û digot: ev komara ku em dê bihev re dixwazin ava bikin, ya herdu xelka ye, yanî ya Kurd û Tirka ye! Lê piştî şer û ´serketinê´ û di dûre jî îlan kirina komarê, îcar temamê ew sozên namûsê û hwd jibîrkirin û sîyaseta înkar û îmhayê dest pê kir û hîn jî ew bi her şêweyî dom dike.
Lê wexta ku Kurdan wan sozên namûsê anîn bîra Tirkan û hinekî behsa heqê xwe kirin, wê gavê Tirkan got: yek milet, yek dewlet, yek ziman û yek al û niza yek zirt û yek virt û hwd û hema bêje yên ku li dijî wê pergala, sîstema nîcadperestîyê derket, yanî serîhilda û ekserîyetê Şêx, Alim û Serokeşir; wan ew bi dar vekirin, yanî wê dîroka ku li jor picekî hate behs kirin, ango dîroka wan bist û heşt serîhildanan.
Îcar wê sîstema; yek al, yek ziman, yek dewlet û hwd, li gorî dîrokzanên navdar ku li dinyayê baş têne naskirin û dîsan, yên ku hema bêje temamê emrên xwe di lêkolînên sîvîlîzasyonan, şaristanîyan de û di lêkolînên civatan de, yanî şiklê, tarzê derketina wan civatan, hêla wanî sîyasî, kemilandin û têkçûna wan û tevlî sebebê derketin, kemilandin û têkçûna wan ve derbas kirine, bo nimûne, dîroknasê Îngilîzî yê navdar; Arnold J. Toynbee dibêje: wexta ku civatek sivîlîzasyonek ber bi yek rengîyê ve diçe, ew yek elametê têkçûna wê sivîlîzasyonê ye, wê civatê ye, îcar li vir civat mewzûbaîs e, yanî hema werê dewletek ji rêzê helbet ne sivîlîzasyon e, yanî bi Kurdî şaristanî.
Ji ber ku şaristanî hinek kirîterê, pîvanê wê hene, yanî ew ne bi tenê ji bo civata xwe, li herweha ew ji bo civatên, xelkên din jî; mesela wek dîn, kultur û hwd, ku xelkên din jî jê îstîfade dikin diafirînin, îcad dikin, yanî bi kurtî, bi şiklekî însanîyet ji wan nêmetan para xwe digrin.
Lê eger ku mirov; derketin, çêbûn, ketin û rabûna wan civatan, şaristanîyan deyne alîyekî û hinekî vegere ser ”hunerê” generalên Tirka û piçekî binêre, bê ka ew zemanê xwe bi çi, bi kîjan ”îcada” derbas dikin!
Belê yên wan ne ku wextê xwe bi libikandina çêkirina şaristanîyan û hwd, lê belê temamê enerjîya xwe, zemanê, îmkanê û ku hebe mêjîyê xwe, tevekî ji bo ku; bê ka ewê çawa ew, wan şaristaniyên ku di çêkirina wan de para pêşîyên Kurdan jî têde hebû û heye, wê çawa ew wan înkar bikin û bermayîyê wan bi zanebûn bikin hedef ji bo yên ku qaşo ew li ´xizna´ digerin û ew belengaz yanî yên ku li ´xizna´ digerin, wan bermayîya belkî jî ne bi zanebûn, lê dîsan jî ew wan xera dikin, talan dikin. Ji ber ku dewlet, vekirî an jî bi dizî reklam dikir, ku goya li wan deveran zêr û xezîne hene.
Û ji alîyekî din de jî, ew li ser mîrasên wan rûnên an jî wan bermeqlûb bikin û bibêjin ku ew yên hinek xelkên din in, yanî ji bo ku bi tenê Kurd bi wan hêjayîyên xwe, yên dîrokî û kulturî nehisin, ji ber ku ew yek dikare bixwe re bawerî û hêzeke werê mezin bide wan û ew bi wê zanebûna, bi wê têgihandina, wê hêza ku dikare ku bibe egera; ku Kurd bikarîbin bi şiklekî wisa saxlem li ser nigên xwe bisekinin, ku dê ketina wan ne mumkun be, lê evana ne meselenî ku nayên zanîn an jî fêm kirin.
Û dîsa, bê îcar ewê çawa Kurda ji welatê wan bidin koçkirin, ewê çawa wan bikujin û ewê çawa wan asîmîle bikin û hwd...
Îcar hingê ew çavsorîyê wan ker û kor kirî ye û carinan bêyê ku ew bizanibin bê ku ew çi dikin, yanî weke wê mesela Xoce Nisredîn; ku ew gulîyê wê dara ku ew li serê rûniştî ye jêdike, yanî ew jî di dîrokê de û di wextê herî kirîtîk de hêza xwe ji Kurdan girtine, îcar bi kurtî, bi xêra kurdan pêşî li wan vebûye, lê ew dijminatîya Kuran dikin.
Îcar miletekî weke Kurdan ku xwedî mîtolojîke, dîrokeke û dînekî û hwd û yên ku koka wan gelek kûr û kevnar, yanî îmhakirina wan ne mumkun bû, ne mumkun e û dê ew di pêşde jî ne mumkun be!...
Û bira dinya û alem vê yekê werê, wisa û wilo bizanibe!...
Lê em bibêjin, we ew îmha kirin! Lê paşê? Hûn ê bi kur de herin? Herê hûn fîlmê Newala Gura çêdikin, lê ev dinya bûye newala gura û gelekê wan jî bûne xwedîyê bêhejmar çekên komkujî û hwd, îcar herkes gerden aza ye; yanî li me gotin!
Lê gotin jî, her û hal zêde ji bo mirovên ehmeq û hinekî jî cahil kar nake û ji ber wê yekê jî, xelkê berî penc hezar sal ew yek kirine gotinek pêşîya, yanî: ”Ji mirovên ehmeq re gotin fêde nake”.Û ew gotina pêşîyan, vêga weke ya Sumeran te zanîn. Lê eger ku di pêşde teknîk hîn jî pêşde here û hinek şaristanîyên din derkevin holê û arkîyologên binamûs û bêyê ku di bin tesîra polîtîka dewleta xwe de bimînin (ew yek ne pir rehet e, lê neyse) û rastîyê bibêjin, an jî ku bê eşkere kirin, bê ka Sumerî ji kîjan xelkî bûn û vêga kîjan xelk torinên wan in û hwd.
Û weke ku hinekî tê zanîn û dîsan weke ku Samuel Noah Kramer jî destnîşan kirîye, yanî dibêje: berî Sumeran Pers, yanî Faris daketibûn Mezopotamya û weke ku baş tê zanûn Med û Pers wê demê bi hev re bûn. Îcar di wî warî de jî pir sextekarî û bêbextî, ji ber sebebên cûr bi cûr têne kirin.
Belê eger ku mirov dîsan çavekî biavêje, bê ka di wî zemanî de miletên, xelkên din çi kirîne.
Îcar ewê hingê pir rehet bê dîtin ku di hundirê wî zemanî de, esas weke ku tê gotin; ji arif re tarîf îcab nake, lê dîsa jî belkî îcab bike! Îcar welatên dinyayê yên din, yanî yên ku di warê elektronîkê de, yên ku di warê endusrîyê de, yên ku di warê enerjîya atomê de û dîsan yên ku di warê çekên atomê de; ku pêşveçûnêk gelek mezin kirîne û heta Hîndistana ku mirov dikare bibêje ku pêr, yanî çend sal berê ku ew ji bin nîrê Îngîlîstanê derket û ku ew jî vêga bûye xwedîyê çekên atomî û heta we heta Pakîstana, ku dîsan mirov dikare bibêje ku ew do û îcar ew jî, xwe ji Hîndistanê rizgar kir û vêga ew jî bûye xwedîyê çekên atomî. Lê yê generalên Tirkan, mirov nizane bê ku mirov bi wan bikene an jî bigrî, yanî ê wan jî weke keşên Împaratorîya Roma, yên li Stenbolê (wê demê navê wê Konstantinopel bû) li wan hatiye. Îcar weke ku baş tê zanîn û tê gotin, dibêjin wexta ku artêşa Fatîh Sultan Mehmet çûbû heta ber Stenbolê û hema bêje ew bacar, yanî paytexta Împaratorîya Romayê, Bîzansê dorpêç kiribû û amade bûn ku ew wê ”fetih” bikin, lê keşe û fîlozofên wan, yanî yên Bîzansî, li ser cinsîyeta Milyaketa, Melaîketa nîqaş dikirin; ango, gelo ew jin in an jî mêr in, yan jî çend heb Milyaket dikarin li ser serê derzîyekê rûnin û hwd!
Îcar yê Tirkan jî, gelek dewlet dinyayê, çi dûrî wan çi jî nêz, tev bûne xwedîyê çekê atomî û ew jî hêna bi qedexe kirina herfên, tîpên Kurdî re, yên weke: W, X û Q yê re mijûl dibin. Û di vê dema Înternetê de! De îcar were vî kerî di wî bihurî re derbas ke!...

Yanî bi kurtî gelek welatên cîhanê, ji her hawî de ew zemanê xwe yê giranbiha, mirov dikare bibêje ku wan ne xerab bikaranî ne û gelek ji wan jî pir bi hêz û bi quwet bûne.
Lê generalên Tirk, yên ku li ser mîrasê Împaratorîyekê rûniştin, man di cî de. Ê eger ku mirov nexwaze ji Kurdan pê ve tu tiştî bibîne, wê netîce ew be, yanî di cî de bijmêre. Îcar hê nû ew li xwe hay bûne (eger ku hay bûbin), ji ber ku ew bi wî halê xwe jî, çavên wan hê lê ye, lê bû, ku wan welatên ji Sowyeta ku vêga bûye dîrok, azad bibûn, qaşo ew ê wan bikşînin cem xwe û Împaratorîyek nû çêkin, ji ber ku di ser re, an jî di bin re wan gelek hazirî dikirin, yanî hûn ji xwe re li wî aqilê “şahane” dinêrin!
Û îcar ew ê dinya jî, ji xwe re li wan temaşe bike û bibeje; afîyet û norşî can be! Lê dîsa jî belkî ew piçekî li xwe hay bûbin, ew talûke hinekî hîs kiribin û îcar belkî jî, ew yek dike ku ew xwe bê hêz û di talûkê de dibînin û ew yek, ew frustrasîyon, yanî ew hêrs û xeyalşikestin, ew bêçaretî dike ku ew nikarin normal û bi aqil bifikirin û loma jî ew, wan analîzê ”mikemel” dikin.
Îcar ew yek eger ku ne ji bêaqilî û korbûn an jî mirov belkî jî bikaribe bibêje; belkî û her û hal ew ji cehaletê tê. Lê wê gotina, têgeha “cahil”, nayê wê manê ku ew mirovên ji wan re cahil tê gotin, ji binî ve bi tu tiştî nizanin. Mesela dîrokzana, dîroknasa dîna, ya ku li ser dîna û li vê derê Îslamîyet û Hz Mihemmed mewzûbaîse, lêkolîn kirîye; Karen Armstrong, di pirtûkê xwe ya navdar ”A History of God” de, dinivîsîne û di wir de, ew destnîşan dike; ku wexta Hz Mihemmed teorîya xwe ya Îslamîyetê difikirî, çedikir, îcar hinik ji wan sehabî, yanî wan mirovên li derûdora wî, an jî di cemaeta wî de û yên ku bingehên û esasê wê fikra, yanî kurahîya fîlozofîya wî baş fêm nedikirin û ji ber wê yekê jî, ew li hemberî wan fikrên Hz. Mihemmed derdiketin û loma jî Hz. Mihemmed ji yên wilo re digot; cahil. Yanî wan jî li gorî xwe gelek tişt zanîbûn û ne dîrekt; zir ”cahil” bûn, lê niqta muhîm, yanî kurbûna wê fîlozofîya ku wê di pêşde bibûna normên, ne tenê ji bo civata Ereban, lê herwiha ew dê bibûna normên civatên, welatên din jî, yanî wan civatên ku Îslamîyet qebûl bikrana, ew ê ew bibûna normên wan civatan jî, lê ewana ew yek nedidîtin û ji ber wê jî, Hz. Mihemmed ji yên werê re digot; cahil û heta ji serkêşê wan re jî digot; ebû cahil, yanî bavê cahila.
Lê eger ku mirov cahilên ku kûrbûna dînê Hz. Mihemmed nedidîtin li wir bihêle û hinekî vegere ser cahilên zeman; yanî yên wek Mihemmed Seîd el Seaf û wan generalên ku wî îlham ji wan distend, yanî generalên Tirkan. Lê belê li vêderê, ew qaîdêyê ku kî, an jî mirov li kêderê ye û ji wê pozîsyonê, ji bo fêda xwe û bi serîkî sakîn li mesela nihêrtin û ji analîz kirinê zêdetir, wê çavsorîya ku wan kor kirî bû, kirî ye, îcar li virê ew derbas dibe, yanî wek ku tê gotin “mêr mêra nas dikin” û loma jî, li gorî hinek camêra, yanî wan generala helbet tiştekî zanibûn!
Belê, eger ku mirov zêde dûdirêj neke û werê sadetê, mesela ji yên wek Mihemmed Seîd el Sehaf yê ku di heman demê de wezîrê enformasyonê yê Îraqê bû û her û hal, ji bo wî, wan generalan tiştekî zanibûn, ku ew werê qaşo ji xwe bawer! Wan analîzên werê ”giranbiha û maqûl” dikirin!

(Generalê saxik, dîn)

Ê yanî, eger ew generalên ku zemanekî li ser milên, li ser singên û disa li ser şewkên wan, ku ji nîşan, rutbe, heyv û stêrk yanî bi kurtî, ji qerebalixa wan pelik û pûlan cî li ser; mil, sing û şewqên wan nemabûn û heta ew yek, ji dînan re jî bibû îlham.
Mesela yekî kêmaqil,dîn, lê ne yekî ji wan dînên ku cilên xwe diqetandin, yanî yekî saxik û her û hal, ew hingê ku pir li rismên, li wêneyên wan generalan nihêrtî bû û yên ku lî Tirkî, di dû Xwedê re ew hertişt bûn û vêga jî ew wilo ye. Îcar wî rebenî jî, her û hal digot qey ku ew cilên, unîformên (yanî kincin resmî yên leşkerî), ku welê li mirov bin, ew ê herkes qîmetê bide mirov bigre û bi îhtîmaleke mezin ji ber wê yekê jî, îcar wî jî ji xwe re unîformekî eskerî ji cîyekî peyda kirî bû û hema wî pelikekî, qunçekî, tenekekî û hwd li kêderê didît û hema, wî wan xişxişkan tev bi wî çakêtê xwe, yê eskerî vedikir. Îcar ewî çotikê wî şiklekî, temtêleke werê sitendî bû, yanî wan ”rutbên” wî hem ji yên generalên Tirkan û hem jî ji yên Birejnev jî pirtir bibûn. Îcar wexta ku mirov wî camêrî bi wî unîformê wî yê eskerî û tevlî temamê wan xişxişkên, ku wî pêve kirî bû, yanî, tevî wan ”rutbên” wî û wî wisa cidî cidî, wekî ku heqîqeten ew generalekî be, yanî wî xwe wisa didît û gava ku xelkê wî camêrî bi wî qiyfet û bi wê cidîyetê didît, hema bê hemdê xelk ji xwe re dikenîyan.
***
Lê ku mirov wî camêrê dîn, an jî wî saxikî deyne alîkî û dîsa vegere ser Keşê Sînek, Bexdad Boob, Gurê Manco û ... Îcar ne bi tenê dînan ji wan generalên ku rutbên wan ewqas qerebalix ilham digirtin, lê belê û her û hal û bi îhtîmalek mezin û weke ku li jorê jî hate destnîşan kirin; Mihemmed Seîd el Sehaf jî yek ji wan mirovên, yên ku îlham ji wê ”zeka” wan, an jî mirov dikare bibêje; ji wê çavsorî û korbûna wan îlham digirt, yanî wê bêaqilî, wê korbûna wan generalên Tirkan, eger ku ew ji berê de jî ne kor bû, wan wî jî kor kiribû û ew ê ku ji xwe, ji berê de jî ne pir zêde biaqil bû û ji ber wê yekê jî Îngilîza û Emerîkîya jê re digotin: Bexdad Boob, yanî mirovekî tewtewe, mirovekî xeyrî cidî, yanî bi kurtî mirovekî ku gotinên wê ne muhteber! Û dawîyê xuya kir ku Îngilîzî û Emerîkî niheq derneketin, yanî ew nav bi rastî jî, li bejna wî camêrî dihat.
Û îcar wî belengazî, yanî M. Seîd el Sahafê reben jî, digot qey ewan generalên ku xwediyê ewqas pûlik û teneke, hema werê vala û bîlasebeb xebernadin û miheqeq ew bi tiştekî zanin û loma jî ew werê ji xwe razî û şivik di destê wan de û li ser nexşe û xarîta, hem ji alîyekî qaşo şîreta dikirin, yanî taktîkê şer didan û hem jî ji alîyê din de zirt û fortan dikirin.
Îcar, Mihemmed Seîd el Sehaf yê ku wezîrê enformasyonê bû, yanî ew camêrê, wexta ku Pêxwasê Bexdayê, yanî Seddam jî, xwe weke Ebûl Feyz Elçî Beg, yê ku wextê ku ew jî, ji ber Huseyînof ketibû pêsîrtengîyê û ji ber wê yekê jî, wî xwe ji bo zemanekî kin! Dabû “alî”. Îcar Seddam jî di wî zemanê, di wan rojên, an jî di wê wexta kafirstanîyê de, yanî wê çaxa ku du heftîya tu deng ji kozika wî, an jî jê derneket û piştre, yanî piştî du heftîya, îcar ew bi wechekî qebîh, di televizyonê de derket û wî wanî digot: “ya eyuhil kafîrûûûn” û yê ku wî jî, ji bo zemanekî kin! Xwe dabû ”alî” û îcar Bexdad Boob yê ku ji bo enformasyonê wezîfedar bû, yanî wî di derheqê rewşa şer de, derdiket hember rojnamevana û televizyona û qaşo agayî, enformasyon dida, an jî bi gotinek din; eşkere vir, derew û bêbextî dikir.
Îcar wexta ku Emerîka cara diduyan di bîstê adarê, di sala 2003an de, li Seddam xist û hêzên Bush di demekê kin de çûne hetanî ber Bexdadê û balefirgeha Seddam ya li dervê Bexdadê jî xistibûn destê xwe û derûdora Bexdadê jî girtî bûn, yanî dorpêç kiribûn û tam roja ku berî Bexdad bikeve, îcar Mihemmed Seîd el Sehaf, an jî bi navê wî yê wê gavê ku gelekî “populer” bû, yanî; Bexdad Boob! Belî, îcar Bexdad Boob her roj an jî li gorî rewşa şer, rojê çend caran, yanî carna sibê, nivro û êvarê, ew derdiket hember rojnamevan û kamaramanê televizyonan û ji qerebalixa mikrofonên ku li ber wî bûn, ji xwe hema bêje ji serê wî yê ku kumekî eskerî lê bû û ji destê wî ku wextê wî fort û zirta dikir, werê ber bi jor ve dihejand pêve tu cîyekî wî zêde xuya nedikir û bi wê dest hejandinê, yanî qaşo taktîknî pîskolojîk yên şer dikir, ku goya ji bo ku dijminên xwe bitirsine!
Lê di wê temtêla, tawira an jî helwesta wî de, mirov digot qey Mihemmed Seîd el Sehaf, wî generalê Tirk yê ku şivek di destê wî de û di televizyona Tirkan ya fermî de, li ser nexşê û wî bi wê şivika xwe û li ser wê nexşê; wirde dibir û virde tanî û di derheqê muhtemel netîca şer de, qaşo şîrove, komentar zikir dikir, baş temanşe kirî bû. Yanî bi kurtî weke ku li jor jî hatîbû behs kirin, wî generalî wanî digot: eger niza xwedêgiravî ku hêzên Seddam êrîşî hêzên Emerîka û Îngilîz bike û wan ji derûdorê Bexdadê û ji Balefirheha Seddam derxe, îcar niza ew ê netîca şer heta wêga li gorî wî generalî; Seddam bibe yek (1) û Emerîka û Îngilîz jî dibin sifir (0), yanî wan hêzên ku di du heftîyan de hatîbûn heta ber Bexdadê, îcar li gorî wî dibûn (0) û hêzên Seddam û Bexdad Boob jî dibûn(1)!
Lê îcar navê rebênê Mihemmed Seîd el Sehaf kiribûn Bexdat Boob, yanî navê wî generalê Tirk ji eger ku ne Ankara Boob be, lê çî ye?
Û îcar ji alîkî de wan komentar û analîzên ku ji rastîya wan şuphe tune bû! Lê ji alîyê din de qaşo ew yek, yanî ew komentar, yên wî generalî weke piştgirîyek pîskolojîk bû ji bo Seddam.
Lê her û hal, wî generalê Tirk jibîrkiri bû! Yanî heta çendakî berî şer jî dewleta wan generalan û tam bi hêzên Emerîka re, gah di wir de diketn Îraqê û di alîyê din de derdiketin, lo niza di serî de diketnê û di binî de derdiketin û ew yek belkî salekî û niza rojê çend cara wan di televizyonên xwe de, ser û guh ji guhdarên televizyonan kiribûn, lê her û hal wî ewana tev jibîrkiribûn! Û loma jî wî wilo rehet rehet û bê eyb û şerm, wî wan komentar û şîrovê xwe, yên “intîke” dikir.
Belê, îcar Bexdad Boob bi wî bayê, yanî bi wê alîkarîya pîskolojîk! Ya generalên Tirk û di wê atmosferê de û weke ku ew were eşqê û wî dida navê. Esas şan û şûdê wî camêrî, ango wezîrê enformasyonê yê Îraqê, yanî yên Mihemmed Seîd el Sehaf gelek hene, lê belkî jî, eger ku mirov bibêje zemanekî dewletek ku navê wê Îraq bû, belkî rasttir be. Ji ber ku vêga hema bêje tu eser ji wê Îraqê nema ye, lê de qey wanî bi xêrtir bû û mirov jî hêvî bike ku kîjan bi xêr be Xwedê wê bike.
Belê eger ku mirov zêde dûdirêj neke û hema bi kurtî û behsa, qala wê “enformasyona”, ya ku wî di rojekê tenê de dida bike, her û hal ew zirt û fort, ehmeqî û virê wî û belkî jî belengazîya wî, ji ber ku civînên wî bi çapemenîyê re, ji xelkê re jî êdî bibû komedî.

el Sehaf: balafirgeh dê ji wan re bibe goristan!

Belê, wexta ku balefirheha Seddam jî êdî ketîbû destê hêzên Emerîka û Îngilîz û roja berî ku Bexda jî bikeve destê hêzên wan (2003 04 04), îcar wezîrê enformasyonê yê Îraqê Mihemmed Seîd el Sehaf, dîsan weke hercar ew di civîna xwe ya bi çapemenîyê re, li hemberî rojnamevana bû û vê carê hîn hideta dengê wî, fort û zirtê wî, ji yên carên berê pir zêdetir bû, lê di heman demê de, ew di hewldana, ku bê wê ew çawa wê tirs û endîşa xwe, ji wan rojnamevanan veşêre û Bexdad Boob wanî digot: me derûdorê hêzên îngilîz û Emerîka yên li balefirheha Seddam û derûdora wê, bi temamî dorpêç kirî ye û îşev em ê operasyonek surprîz û nedîtî li wan çêkin…
Û ji wan leşkerên koalîsyonê yên ku li wir bi cî bûne, ew ê xelasîya yekî jî ji wan, yanî derketina wan bi saxî ji wir, ew ê ne mimkun be!
Îcar li ser daxuyanîya el Sehaf, ango ku ewê yek jî ji wan sax ji wir dernekeve, yanî ji hêzên koalîsyonê û operasyonek nedîtî û surprîz ji bo wan, yanî ew yek bû egera pirsa rojnamevanan ji bo Bexdad Boob û wan, yanî rojnamevanan jê pirsîn: ma gelo hûn, yanî Îraq wê çekên kîmyewî û komkujî bikarbîn e, an na? El Sehaf: na na, lê em ê li dijî hêzên dagerkeran “şiklekî, cûreyekî operasyonê şehadetê” bikarbînin û el Sehaf dom dikir; tevlî ku hideta şer di asteke wilo kambax deye jî, lê dîsa jî em ê li dijî hêzê wan tu çekên kîmyewî, komkujî an jî biyolojîk bikar neynin, yanî di derheqê bikaranîna wan de tu planên me vêga tune…
El Sehaf xeberdana xwe berdewam dikir: û wekî din, ji xwe wan hêzên wan yên li balefirgeha Seddam “tecrît bûne û weke ku ew di giravekê de bin”, îcar ji wan hêzên wan yên ku li wê derê dorpêçkirî, ew ê ji wirê bi saxî derketin ji bo wan ne rehet be!
Belê, roja din piştî hinek xeberên sipekulatîv, ku ango gelek teqînên mezin, gelik çalekîyên întîxarî û goya li balefirgehê û derûdorê wê, şerekî pir dijwar qaşo qewimye û li ser wan xeberan, dîsan rojnamevan ji bo ku wan xebera, ka gelo tiştekî werê, yanî şer û teqandinê mezin heqîqeten çêbûne an na, yanî bi kurtî; ji bo ku fêr bibin ka rewş çi ye û tevek kom bibûn û li bendê Mihemmed Seîd el Seaf bûn.
Îcar ew ne cara ewilî bû ku Bexdad Boob derdiket hemberî rojnamevanan, lê her û hal ew car ji bo wî bû cara dawî. Belê el Sehaf qaşo xebera dide, esas ku mirov bibêje; el Sehaf diçirîne ew ê hê gotin di cîyê xwe de be… îcar el Sehaf li rojnamevanan dinihêrt û belkî jî wî zanîbû ku şer hatîye hindakirin, lê dîsa jî û belkî jî, ji tirsa Seddam re, wî, ew cara ku ji bo wî bû cara dawî û goya “enformasyon” dida rojnamevanan û îcar, eger ku mirov kin bibir e û gotinê bide el Sehaf yê ku li hemberê rojnamevanan û bi wê wesîlê, bi wê rêyê ew li hember dinyayê û tabî bêyî ku eyb bike, belê el sehaf: balefirheh paşve hate sitendin! Û îdîa kir ku ew eskerên Emerîka û Îngilîz, yên ku li balefirgeha Seddam bûn û yên ku li dervê, yanî li derûdorê Bexdadê bûn, ew bi temamî ji wir hatin avêtin!
Belê ew camêr dom dike,yanî Bexdad Boob: kontirola balefirhehê bi temamî (yanî hûn dîqet dikin, nîvî nîvî jî çênabe), belê bi temamî kete destê hêzên me û wan leşkerên ku revîyane, ew jî ji terefê hêzên me de, li ba balefirhehê hatine dorpêçkirin û em wan grûpan misêwa bi roket û topan bera wan didin, yanî ew di binê agirê topan de ne. Gelek leşkerên Emerîkî li wirê hatine kuştin û gelek ji wan jî, hêsîr hatine girtin û gelik çekên wan jî yên bi zirx hatine îmha kirin.
Îcar Mihemmed Seîd el Sehaf, her û hal, li ser awirên rojnamevanan, yên bi pirs û şubhe, ango heqîqeten ew tiştê ku ew dibêje, gelo ew rast e? Lê el Sehaf li nava çavên wan dinihêrt û bê teredut, yanî bêyî ku ew dudilî bibe û wanî digot: meraq nekin, em ê we bibin balefirhehê û rewşa wirê şanî we bidin. Le vêga wirê dibinê agirê topan de ye, îcar wexta ku ew agir hate birîn, em ê we bibin wir!
El Sehaf: ew leşkerên ku ji balefirhehê revîyane û yên ku ji alîyê me de hatine dorpêç kirin jî emê teva îmha bikin. Eger ku ew teslîm bibin, emê wan hêsîr bigrin. Hicûmên wan, yanî yên Emerîka û Îngilîz hetanî vêga, me wan li valayîyê derxist, yanî çûyina şer qulibye lehê me!
Bexdad Boob: Me wan ji wir avêtin, ew direvin û em bera ser pişta wan didin û hwd.
Îcar li ser wan îdîayên tirtire û qerase yên el Sehaf, Kapten Andrew Valls yê ku serleşkerê û mesûlê, yên hêzên koalîsyonê, yanî wan hêzên ku li balefirhehê û li derûdorê wê wezîfe dikirin an jî bi gotinek hê rasttir; şer dikirin, bersîv da. Îcar bersîva K. A. Valls ne wekî ya el Sehaf ku serê we jî êşand dûr û dirêj bû, ya wî pir kin lê rast bû, belê Valls: ew îdîayên Îraqê an jî yên el Sehaf bi temamî bêbingehin û derewin. Dîsa Valls: ew leşkerê ku ji hêzên mihafizê komarê yên ku min dîtin; yan mirî bûn an jî di destê me de hêsîr bûn…
Û cara dawî el Sehaf: de eger ew mêrin bira werin!.. Emê înşaellah… û ji qasê carkê ji digot Ellahûekber û hwd. Lê esas ew yek elametê qûntengîyê bû, lê de… Em ê tofanek wisa bi ser serê wan de bînin ku yek ji wan sax nefilite!... Û ew bûn gotinên wî yên dawî, bi navê înformatorê resmî, fermî yê şer.
Îcar piştî ku Bexdad ket û di serî de Seddam û Pêxwsên hevalê wî, yên naskirî û her yek ji wan bi deverekê de revîyabûn û xwe xistibûn qulekê. An jî, her û hal, wan xwe dabûn ”alî”. Îcar hêla tirajîk û komîk ew bû ku; Bush, wan kiribû destekî qeremaçe yên ku ji pêncî û du kaxetan teşkîl bûn (52). Îcar yekî ji wan kiribûn Qaro As, yekî din kiribûn Papazê sînek û dîsa yekî din kiribûn Papazê kupe û hwd. Îcar her çiqas ku wan Seddam kiribûn Qaro As jî, lê esas Keşê Sînek hê bêtir li bejna wî dihat, ji ber ku wexta ku wan wî ji wê qulê kişandin, ew temtêla wî hinekî dişibîya Keşê Sînek...
Lê el Sahaf piştî şer û di zemanekî kin de, ji hêla hêzên Bush ve hatê girtin, lê pîştî îfada wî girtin, wan wî azad kir. Ji xwe serleşkerên hêzê Bush tenezulî xwe jî nekirin, ku yekî werê qaşo xwedîyê wan zirt û fortên, lê yên pûç û vala, ku ew wî bibin Gûantanamo, an jî wî biavêjin girtîgehê û wan hema bêje ew pêre pêre serbest berdan.
Îcar gelik ”camêrên” ku xwedîyê zirt û fortan û xwedîyê xetên sor û sînoran bûn, îcar hineka ji wan xwe daye ”alî” û hinekî din jî weke gur xwe paşve kişandine, heta ku dîsa hewa bibe bi dûman! Îcar birêz Şêxmûs yanî bi kurtî; ew xet û metên ”SOR” zûde (bi hindikayî vêga) berhewa bûne! Lê dîsa ji ew bi ber xwe nakevin û her çiqas ew weke kûçkên li ser beratê diranên xwe nîşan didin jî, lê kesek zêde wan cidî nagre û vêca av çûye binê wan ”camêran” û ew cîyê ku vêga di bin wan jî de ye, êdî hêdî hêdî, lê bi şiklekî cidî diheje û ew bûne wek paranoîda û îcar ji gelek tişnên din jî ditirsin.
Belê, çerxa felekê an jî bayê dinyayê vêga wanî tê, yan jî bi gotinek aktuel kojuktora dinyayê vêga wanî ye û wek hawê ku tê gotin; car zane, zêr zane, lê belê gelekê caran û malesef; devê tivinga mor zane û eger ku mirov dudirêj neke, yanî hinekî kin bibir e, îcar kekê Şêxmûs, yanî, eger ku tu jî, dev wan çêrokên xwe, yên weke xet û metên ”sor an jî mor” berdî her û hal ewê çêtir bibe!

Bêîtaetî haaa!

Herê rast e, ez jî hinek tişta înkar nakim, lê birayên delal ew tiştekî din e! Yanî hûn li vir du tiştan tevlîhev dikin. Ê wan ”camêrên” yên ku hûn behs dikin, bi temamî ji çavsorî, ji bitrî û ji fuqrî ye, yanî ew dîn û har bûne û wekî kûçkên Ofê, esas ji kûçikên Ofê gelekî xerabtir, her çiqas ku çavsorîya kûçikên Ofê hinekî hebû jî, lê dîsa jî, ew ji bo ku nemrin, yanî bi kurtî, yê wan ji bo ku ew ji xwe re li hestîkî bikojin, ew virde û wirde dilibikîn. Lê yên wana, yanî wan ”camêrên” ku hûn behs dikin, hemû qatil, talanker û çavên xwe berdane mal û milkên xelkên din û ew yek, yanî ez jî mîna ku yek ji maxdûrê wan gurên dev bi xwîn û har, wê yekê baş dizanim.
Îcar yê me ne weke wan talankeran, ku ji çavsorî û wekî boxên di arenayê de, yên li Îspanya ku çawa fîkseyî wî potê sor bûne û hema wextê ku ew wî li ku dibînin, hema yekser hicûm dikin û îcar yê wan, yanî yên wek gurên manco, ji xwe ji wan re qet ferq tune, hema ew hinik navên, an jî sembolên Kurdan; çi li Arjantîn, Çîn, çi li Rûsya, Swêd û çi jî li Kerkûkê û hwd bibînin, ew dixwazin bicarekê wan ji ortê rakin û gerek mirov ”heqê” wan nexwe, ew, wê daxwaza xwe ya ”medenî” jî qet venaşêrin.
Berê, ji ber wan rewşên ku li başûr derketibûn holê (1991) sebra wan nedihat û ew weke gura virde û wirde dizûrîyan, lê li vir divê ku bê destnîşan kirin ku; em însan gelek caran li heywana heqaret dikin, yanî di miqayese kirina wan de, ya bi însanan re, yanî mesela însan îşkence, barbarî, qetlîam û hwd dikin, lê îcar însan hevûdu bi kiryarên heywanî tewanbar dikin, yanî însan ji însana re dibêjin; çi kiryarek heywanî! Îcar ma heywanan kîjan komkujî, an jî orîn, barîna, zire zira û hîre hîra û hwd, ya heywanên din qedexe kirine! Ma heywanan tu cari bi plan hinek heywanên din di qetlîamê de derbas kirine? Ew tenê, ji bo xatirê ku nemrin yanî bi şiklekî ji bo ku bikarîbin jiyana xwe bidomînin, yanî ew ji mecbûrî heywanên, sewalên din dixwun.
Lê îcar carinan hingê ew, yanî yên xwedîyê mentalîta guran, wê zûre zûrê ji ”adet” derdixin, îcar wê gavê gurê herî mezin, yanî şampîyonê gura, yê ku vêga, hema bêje li herderê dinyayê hikum dike û dîsa, yê ku çav, guh û destê wî hema bêje digîje herderê, ji wan re, yanî ji xwedîyên xetên ”sor” re got: tu gurê mancoyî, tu çi yî! Îcar me zêde eciz neke û me mecbûrî hinek metodên; wek telîs û kîs û hwd neke! Û zêde neke zûre zûr û li ser dûva xwe rûnê!
Lê pêxwasê mezin û hevalbendên wî, ew yek ne ji bo ku xwedîyên xetên ”sor” zêde qesabî dikirin û ne jî ji ber ku însanîyet an jî heq û hiquq li ber nigan diçû (û belkî jî, ji xwe wan jî wê dixwest! Lê neyse), lê belê ji bo ku ji alîkî de gurê manco, yanî xwedîyê qaşo xetên ”sor”, êdî ji alîyekî de çavên xwe bera xwarina ber wî jî, wan jî dabû û ji alîyê din de jî û belkî jî ya herî muhîm, yanî êdî gur (li vêderê ne ku ji bo heqaret navê gur tê bikaran, yanî wan ji xwe re wî kirine; heykel, al û sembol), yanî yên weke Gurê Manco û yê ku temamê alîkarî û heta derpîyê wî jî ji kîsî wan bû, îcar dest pê kirîbû û hêdî hêdî bêemrîya wan dikir û ew yek di pêş de dikare bibe dawîya sîstema wan ya sûç, ya wahşeta û hwd!
Û ji hêlek din de jî, çavên wî tu çarî ji alîkarîyê têr nedibû, yanî temamê çekê, sîlehê NATO yê jî têra wî nedikir û îcar wî dest bi bikaranîna jehrê jî kiribû, îcar her û hal”biratî, însanetî, misilmantî û merdîtî”, tiştekî werê bû. Lê ew jî têra wan nekir, vê carê alikarî ji heywanan jî xwestin, yanî êdî dest pê kirine û heywanên bi zerar diavêjin daristanên welat û gelik tiştên din yên ku belkî jî naynê aqlê mirov.

Ma tiştekî ji wê yekê mezintir heye?

Belê, îcar ji dervî wan alîkarîya teva, ”alîkarîyeke” din û her û hal ew yek jî, li gorî plan, sîyaset û sitratejîya wan ya kûr û dûr û dirêj e. Lê ji bo Kurda demeke reş û wek Milet tirajedîyek pir mezin bû. Îcar di serî de Emerîka yê ku hema bêje li temamê dinyayê hikum dikir, dike û bi zalimên tirsonek re, hem yên navnetewî û hem jî bi yên lokal re, yanî bi kurtî çi zalimên û bêbextên mezin û çi jî yên piçûk û dîsa, çi Reşik, çi Sipî û çi jî Zerik û dîsa hineka ji wan jî, ji bo xatirê çen qurişa, ehlaq, etîk û însanîyet xistin bin nigan, hineka li gor planê xwe yên sinsî û qirêj, yanî ji bo ku şerekî dûdirêj di navbera xelkan de derkeve û dîsan hineka û belkî jî, ji ber ku wan nikarî bû bêemrîya Emerîka bikirana, yanî bi kurtî her yekî ji wan bi sebebekê û bi hevkarîya wan teveka û dîsa bi kurtî, bi komploke navnetewî rêberekî Kurda yê mezin û rêberê wilo ku di dîroka xelkan de îstîsna ne, yanî belkî jî, ji Zerdeştê Kal û vir ve, hê gelê Kurd fîlozofekî wisa şareza û bi kurtî yê ku dikare; rê bide ber civata û dîsa yê ku dikaribû û dikare, bi wan talanker û pêxwasan re, kaba bavêje, yanî polîtîka bike û dîsan yê ku xwedîyê avakirina sîstemek, pergalek Konfederal, ya ku ne tenê ji bo xelkê Kurd, lê belê herweha ji bo temamê wan xelkên, yên ku wê îdeojojîyê, wê pergalê qebûl bikin, ji bo wan e jî. Îcar mîsal çiqas di cî de ye, dibe ku were niqaş kirin, lê dîsa jî ku mirov mîsalêkê an jî du mîsalan bide; bo nimûne, mesela ew xelkên ku misilmantî an jî xiristîyanîyê qebûl kirine, her çiqas ku her yek ji wan xelkan ew dîn di filîtra xwe re derbas jî kiribin û ji ber wê yekê jî, her xelkek dêr û mizgeftên wan cihê ne, ji bo ku ew di wan dêr û mizgeftan de, her roj an jî bi kêmanî hefîyê carek, ew xelkên xwe ji hêla têgihandinê ve; wan nû bikin (update), yanî pir bi kurtî û ku mirov zêde dûdirêj neke; ew di wir de, yanî di wan dêr û mizgeftan de, siyaset dikin, yanî xelkên xwe birêve dibin, îdare dikin, lê disan jî bi şiklekî ew bi wan dînan ve girêday ne, ango ew perçekî wan îdeolojîya ne (lê ew fikira wek ya pêxemberan, ku demeke dûr û dirêj dixwaze, ji bo ku encam bigre û di vê dema me ya Înternetê de, ewê ew di roja me ya îroyîn de, dê çawa û çiqas biserbikeve, ijar ew jî bi temamî dibe mijarek din û yeke pir kûr û dûr…) û wan ew girtin û wî teslîmî Gurê Manco, yanî teslîmî generalên Tirkan kirin. Îcar ew hin in wilo bûn ku; tu qaîde û normên, yê însana li alîyekî, îcar yê heywanan jî li cem wan tune bûn...
Îcar li ser wê yekê, mirov dikare bê teredut wanî bibêje; eger ku hin bixwazin ku nifirek kambax, ku ji mirinê nod û neh car kambaxtir û xerabtir, yanî tiştekî ku jê xerabtir li ser rûyê vê dinyayê tune be, li hinan bikin, hingê bira ew werê bibêjin: Xwedê te/we bike dijminên Tirkan û te/we bi saxî têxe nav destên wan! Îcar her û hal, tiştekî ji wê yekê kambaxtir û xerabtir li ser rûyê vê dinyayê tune!...
Û heta piştî çend salan, di dû wê roja reş re ji bo Kurdan, yanî piştî teslîm kirina rêberê Miletê kurd, ew jî êdî li xwe mikur hatin, yanî wexta ku Tirk, ji alîkî de bêîtaetî û ji alîyê din de jî digotin: ka yên ku mane, yanî rêberên din yên ku mane, wan jî bide me ji bo ku em wan îmha bikin û dest bi ziman dirêjîyên din jî kirin! Îcar wê gavê, berdevkê dewleta Emerîka, her û hal ew jî, ji ber hin sedemên cihê hinekî eciz jî bibû û ji mirovên, birokratên Tirkan re wanî digot: ev serê nizanim çend salan e, ku di şerê wê yê li hember wan, yanî li hemberî Kurdan de, me bi her awayî, yanî; ji hêla ekonomîk, ji hêla dîplamatîk û ji hêla eskerî û îstixbarî de û bi her şêweyî alîkarîya we kir û îcar ew tev ne bes bûn, îcar di ser de jî, me yekî wek rêberê wan teslîmî we kir, ma gelo tiştekî ji wê yekê mezintir heye? Yanî goya wî jî li gorî xwe stem dikir, ji ber pite pita Tirkan. Û belkî ji hinekî li xwe poşman bûyî, ew li xwe mikur dihat û ji wan dipirsî. Îcar bi hemdê xwe an jî bê hemdê xwe, lê ew jî bi wî şiklî li xwe mikur dihatin!
Belê, îcar Kurd, yên ku ew jî, arî û zimanekî Hîndoewrûpê (Germanî – Îranî), yê ku nêzî zimanê; gelek Emerîkîya û Ewrûpîya ye jî diaxivin, lê îcar, eger ku ew teorîya Ewrûpîya gotinên qelw û vala bin, yanî ku ew bi wê teorîyê bi tenê ji bo ku xelkên din bixapînin, ew tiştekî din. Ji ber ku ew di piraktîkê de tersê wê teorîyê dikin, yanî qet nebe ew ji bo Kurda derbas nabe. Îcar her û hal ûjdan û edaleta wan ji bo xelkê Kurd ewqas bû!

Bêîtaetî û ya eyûhul kafîrûn!

Lê jibîrkirina wan alîkarîya tev li alîkî, îcar li hinik herêmên Kurdistanê, xelk ji bo mirovên ji ser xwe çûyî an jî xurifî re, werê dibêjin: Xwedê mirov şaş neke, ger ku şaş kir fahş neke û ku fahş jî kir bi erdê re kaş kaş neke!
Lê belê mirov ji wê şaşî û fahşîya, yên wek Seddam û generalên Tirkan qet gazina neke û hêvî bike ku ew di wan şaşî û faşîyên xwe de her berdewam bin û belkî bi tenê, yanî bi wî şiklî ku ew bi xwe zûtir dawî li wê pergala xwe ya ne mirovahî bînin û xelkên wan devera jî ji xwe re ji wan xelas bibin.
Belê îcar hêdî hêdî wan, yanî yên wek Nûrîyega, Seddam û ger ne vêga lê di pêş de, yên wek generalên Tirkan, îcar bêemrî, yanî bêîtaetî dikirin û ew yek, belkî vêga ne akut be, lê belê muhtemel di zemanekî ne dûr de, ji bo wan ”camêran” wê ne zêde fikirek baş be! Yanî Nûrîyega û Seddam mînak nî ne xerabin û ew yek, ne ku mirov dixwaze an na, ew li gorî mentalîte, stratejî û reel polîtîka, yên ku vêga ew li vê dinyayê hikum dikin e, yanî ne ji bo xatirê bejn û bala tu kesî, însanetî an jî demokrasî, lê belê ji bo planê wan yên ji bo şekil û şemala û îdare kirina dinyayê û bê şik ji bo berjewendîyên wan; şer û tevîhevî pêwîst e û dîsa, yên û belkî jî, ji bo plan û sitratejîya wan, ku ji bo vî pêncî salên pêş, ku were ye.
Yanî ne wek wan planê ku lê navêndên, qaşo fikir, yên wek Hudson û hwd çêdikin û bi zanebûn xeberê wan plana li medya belav dikin û piştî ku ew nûçe di devên xelkê de dibin benîşt, wê çaxê jî, ji xwe êdî tu mahneka wan jî namîn e, yanî wan planê ku di nava lîstike de lîstik. Û îcar bi kurtî ewan planên ku ew bi xwe naxwazin, ku ewê qaşo wan ew plan ji bo wan çêkiriye, mesela yê wek Tirka, ku ew biserkevin!
Lê dîsan jî pir mimkune ku ew plan jî li wan navendan, yên wek Hudson an jî yên wek wan çêdibin, lê ew, mirov bi tenê netîcê wan dibine, lê belê nav û dengê wan berî netîcê, zêde wan nabihîze. Yanî bi kurtî wextê ku ew plan têne tatbîq kikin, wê gavê mirov wan di piraktîkê de baş dibîne, bo nimûne; mesela wek aqûbeta komkujê Bexdayê û Yûgoslavya û hwd. Lê esas, gerek mirov bibeje û destnîşan bike ku hema bêje tu tiştekî bi dizî jî êdî nema ye!
Lê di pêş de û bê şik ew ê dor were hin ”camêrên” din jî!
Belê, îcar ew bêemrî an jî bêîtaetî û ew xwe guripandin û îcar qaşo di wan de jî israr kirin, ji hêla Terorîstê lokal ve, yanî ji hêla Seddam ve û nexasim jî, li dijî û ji qewlî ronakbîrê navdar Noam Chomsky ve; şampîyonê wan û yê navnetewî, yanî Emerîka, îcar nistiûzibîlah!...

(Terorîzm)

Lê vê derê, divê ku mirov kevanekek, ango parantêzekê veke û ew gotina, têgeha ”Teror” ê, ku çi ji hêla terorîstên lokal yên weke Seddam û Gurê Manco ve û çi jî ji alîyê şampîyonê wan yanî Emerîka ve û pir bi bêexlaqî tê bi kar anîn û ew yek, ji alîkî de ji bo ku ew super terora xwe veşêrin û ji alîyê din de ji bo ku ew xelkên din yên belengaz tewabar bikin û wan bikin hedef û bi wî awayî; ew bibêjin, dibêjin teror, terorîst yanî qetla wan helal e!
Îcar weke ku tê zanîn, koka wan gotinên wilo pir paş ve diçe; yanî li gorî termînolojîya demê, carinan ”Eşkîya, Sergerde, Şakî” û carinan jî wek roja me ya îroj ”Teror” bûye û ew, ji dema Zerdeştê Kal heta Manî û ji Hz, Îsa heta Hz. Mihemmed û heta roja me ya îroj; her kî ku li dijî pergala, ango sîstema dema xwe, li dijî niheqîyê an jî yên ku xwestine hizir û fikirên xwe belav bikin, yan jî yên ku dawa mafên xwe yê netewayî, kulturî û hwd dikirin, an jî dikin, ew bi wan gotinan re, bi wan navan re, rû bi rû mane û dimînin, yanî ew bi wan gotinan hatıne mohr kirin!
Îcar dîsa ronakbîrê navdar Noam Chomsky di gelek pirtûkên xwe de û bi her awayî îcraatên wan dewletên ku terorê bi kar tînin; yek bi yek, bi temamê kabaxî û neînsanî û bi netîcên wan kiryarên kambax ve, bi awayekî pir zelal radixe ber çavan. Îcar ji bo pirtûkek Chomsky ya bi navê ”Rogue States”, Kurdîya wê ”Dewletên Tawankar (Sûçkar)”, rojnameke mezin ya Emerîkî; New York Times wanî dinivîse ”Yeke ku dike heqîqetên aktuel, muteber ku biteqin”. Û ew, yanî birêz Chomsky dipirse: teror çi ye? Û dîsa li gor Chomsky û pir bi kurtî, hema hema ew wanî dinivîse: Lê gor ferhenga Fransî ya neteweyî ku li dinyayê xwedî rêzdarîyekê ye, yanî minasib tê dîtin û li wê derê, yanî di wê ferhengê de û dîsa pir bi kurtî, ji bo gotina ”Teror” ê, wanî tê gotin; tê îzeh kirin: Teror, yanî wexta ku hin xelk, cemaet an jî grûpek, ku bixwaze; zimanê xwe, dînê xwe, kultura xwe, yan jî bi adet, kevneşopî û toreyên xwe bijî û dûdirêj dike... Îcar bi yek gitinekê, wexata ku ew çanda xwe îcra dikin, yanî dixwazin bi çanda xwe bijîn û ji ber wê yekê jî, gava ku ew; leqay tade, zulm û şidetê werên, yanî yên ku şidetê li dijî wan bikar tine; teror ew e!
Belê, yanî ew tiştê ku Seddam û Gurê Manco û bi her awayî û şiklî, wî emelê xwe yê ne salih, li dijî xelkê Kurd kirine û hê jî dikin; SUPER TEROR ew e!...

***

Belê, îcar ku li vir mirov sipasî Apê Chomsky bike û vegere ser mesela xwe, yanî Xwedê neyne serê kesî, lê ji xeynî Seddam û yên wek wî! Îcar ji xwe yê din jî, yanî weke ku Kuredekî başûr digot: `Hecî` Bush û hevalên wî, bi zanebûn ew kişandibûn wê xefkê û ew yek, yanî bêîtaetî, hem bû sebebê mezin û hem jî bû bahane, ji bo ku ew bibe dilopa davî, ji bo Bush û hevalên wî, yên ku li ser serê Seddam kirin kafir dewran û destpêka dawîya wî pêxwasî!
Bêîtaetî haaa!…
Îcar werê xuya dike ku bîra, hafiza însanan ne zêde tijî ye, kûr e, yanî ew tiştan pir zû jibîrdikin. Yanî tevlî ku gelek çaran, ji bo însanên ku ne hinekî zêde biaqil re tê gotin ku; ango ku aqilê wan di çavên wan de ne, yanî heta ku ew tişta bi çavên xwe nebînin, ew jê bawer nakin. Lê wilo xuya ye ku ew gotin jî ne zêde rast e, ji ber ku, mesela, wan generalên ku qaşo xwedîyê xetên ”sor” yên ku, hadê mirov bibêje û dibe ku aqûbeta komkujê mezin yê Ewrûpa, yanî aqûbeta Hîtler, ku bi tenê şêst sal berê jî bû, wan ew jibîrkirin, lê hêja do û pêr wan bi çavên serê xwe dîtin ku, çi îbret û sosret hate serê ekber, yanî pêxwasê herî mezin yê lokal, yanî Seddam, îcar wek hawê ku li jorê jî hate destnîşan kirin, yanî ew gotina ku ji bo însanên kêm aqil tê gotin, ango ku ”aqlê” wan di çavên wan de ye, lê ew jî, ji bo wan xwînxwarê çavsor derbas nabe.
Lê herkes gerden aza ye! Yê ku serê xwe li tahtekê, dîwarekî an jî li camêrekî wek Bush dixe, ew zane û bira lêxe û bibîne, bê ka dinya çawa ye! Yanî her û hal, ku ecelê pêxwasê lokal tê û îcar ew dest bi bêemrîya pêxwasê mezin dike, yanî bi kurtî; qatil û talankerên ku karê wan xwîn rijandin e, ew ê zû an jî deren, lê belê ew ê, her rojekê di wê xwînê de bifetisin û dîrokê ew yek gelek caran nîşanî însanan daye!!

Îcar weke ku ji hêla Kurdan ve baş tê zanîn, zemanekî dem û dewran ya Seddam bû û ew çi ji hêla Emerîka û çi jî, ji alîyê serkêşên fitne û fesadîyên û dîsa çi jî, ji hêla yên ku goya postê demokrasîyê li xwe kiribûn û qaşo şîara wan; ” mafê mirovan, edalet û wekhevî, yanî bi kurtî însanîyet” bû, lê belê siyaseta wan di pirktîkê de, tam tersê wan şîaran bû û ji ber wê yekê jî, mesela wan ”camêran” alîkarîya herî mezin; ji hêla ekonomîk, eskerî û hwd de, hem bi yên wek generalên Tirk yên ku tam tecawizî wan şîara dikirin û hem jî bi yekî weke Seddam re, yê ku tam di wî zemanê ku wî, yanî Qesabê Bexdayê karê xwe yê esasî dikir, yanî; ew bi Enfal, Helepçe û her wekî din re dilibikî û wî xwînxwarî, yê ku wî di wî karê xwe de tu ”qisûr û kêmanî” nedihişt û wî; wê qesabîyê her û hal bi navê ”Îslamîyet û Însanîyetê” dikir, ji ber ku navê wê qetlîama wî, ya herî mezin ENFAL bû û wî ew nav jî, ji sûretekî, ayatekî Quranê girtibû, yanî mana wê xenîmeta cengê bû…!
Û ewan ”camêrên” mewzûbaîs jî, her û hal li ser navê ”alîkarî ji bo pêşve çûna welatên paşvemayî ” an jî, ji bo ”edalet, demkrasî û însanîyetê” û gerek mirov li vê derê bibêje: ku wan jî, di wê alîkarîyê de tu ”qisûr û kêmanî” nedikirin! Û heta wan, yên weke Gurê Manco û Seddam teşwiqî wê qesabîyê dikirin, dikin û ji xwe belkî jî ev bû dused salin ew her carê hinekî wilo dibinin û ew, hem wan li dijî xelkê xwe û hem jî li dijî xelkên Rojhilata navîn bi kar tinin!
Û ji ber ku ew, hingî bi wê qesabîyê re mijûl bû, îcar zêde zemanê wî jî, yê vala çênedibû, lê çarna wexta ku wî fersend didît, îcar ew, mesela diçû gundekî Kurdan, yekî ku dewet lê hebû û îcar ew, yanî Seddam, bi wan cilên xwe, yanî bi wî unîrormê xwe yê bi wan rutbên ”Mereşala” û her û hal, ew rutbên wî, ji wan ”kahremanîyên” wî, yên ku wî di wan cengên li dijî Kurdan, yanî ewan komkujîyên wî, yên ku bi piranî li hemberî; Kurdan û Şîîyan, yanî hingî ew komkujîyên wî ewqas bir bûn û loma jî wî xwe Mereşal îlan kiribû!
Û îcar li gundekî Kurda û bi kurtî; Seddam pûroya Kuba ji kêlek ve di devê wî de, dismalek di destê wî de û ew di serê govendê, dîlanê de û weke ku ew wan qetlîamê, komkujîyên xwe pîroz bike û bê şik bêyê ku ”ûjdan, îman û însanetîya” wî nerhet bibe!…
Îcar ew ”camêr” niza ji ber temenê, emrê wî bû, an jî ji ber ku wî govend û dîlana Kurdî baş nizanibû û loma jî ew, ji wan mirovên din, yên ku di govende de û yên ku normal di ritmê govendê de, an jî di ritmê dîlanê de dilîstin, cûdatir dilîst, direqisî, yanî wî xwe virde û wirde, an jî mirov dikare bibêje; ku ew bi wî ”ritmê” xwe yê xas, yanî wî; hema ha yela, xwe li viyalî û li wiyalî kil dikir û xwe li ba dikir.
Îcar di wê xwe kilkirina wî ya govendê, dîlanê de, her çiqas hinekî qisûr hebû jî, yanî tevlî ku mirov nikaribû îdîa bike, an jî bibêje; ku ew govendgêrekî yeman bû û dîsa belkî mirov nikare jê daxwaz bike ku ew weke ku Selahedîn Mihotolî di pirtûka xwe ya bi navê; ”Ariya Uygarlıklarından Kürlere”, yanî kurdîya wê; ”Ji şaristanîyên Arîyan ta (heta) Kurdan”, de, ku Mihotolî çawa di wir de; teswîra, tarîfa, behsa wan govend û dîlanên Kurdan û her bacarekî, her herêmekî; bi gelek cûre û celebên xwe û her; xwe hejandinek, heraketek, her xwe libitandinek, mîmîkek, yanî awayê lîstika, reqsa; celebê wan govenda û dîlana, bê çawa ew ji kûrahîya dîrokê tên û bê ew têne çi mehnê, watê û hwd li ser wî ferz bikra! Lê belê kêfa wî li cî bû û ji kêfa wî re gotin tune bû!...
Belê kêfa wî heqîqeten li cî bû, lê heta ku ew li hemberî; dîsa ji qewlî Noam Chomsky ve, şampîyonê terorê, yanî Emerîka, zêde bêemrî nedikir. Lê belê gava ku wî dest bi bêîtaetîyê kir; îcar wan, yanî Emerîka û Îngilîz, pêşî ”Nîna” şanî wî dan, yanî wê kafir dewrana 1991ê.
Lê wexta ku wî, ew ”Nîna”, di zemanekî pir kin de û zû jibîr kir û îcar nistiûzibîlah! Îcar wî dest pê kir û goya wekî qebedayê sexte û qaşo ew li hemberê wan pozê xwe bilind kir û xwest ku di wê bêemrîya xwe de hinekî û dîsa qaşo israr bike!
Lê esas di 1991ê de, wan, yanî bi kurtî Emerîka; bi zanebûn pêşî çîroka şemsîyê, sîwanê, yanî dîsa bi kurtî; wê wexta ku rojnamevanan ji birokratekî mezin, yê Bush re pirsîn: ku ma gelo eger ku Îraq, yanî Seddam ber bi başûr de, yanî bi alî Kuwêtê de her e, ew ê reaksîyona we çi be? Bersîva wî birokratî, yê ku xapandin di çavên wî de xuya dikir, wanî bû: ê ma qey ewder, (yanî Kuwêt) di binê sîwana me de ye û hwd!
Û di dû re jî, wê çîroka naskirî, ya rêvî û gur, yanî wî fîlmê ku rêvî tîne serê gur. Lê hingî ku Seddam çavsor bibû, yanî weke ku ew kor bibe, (lê em bibêjin belkî jî; qey Xwedêteala qedera wî jî wilo nivîsandî bû!) û loma jî, wî tu faq û xefik nedidîtin û haya wî ji bayê felekê tune bû, ku ewê weke çîroka gur û rêvî lê bikin: yanî wê çîroka ku wextê rêvî beratekê dibîne û dinêre ku hêtên mîhê xweş hêtin, lê rêvîyê qurnaz (her çiqas ku postê wî li dikanên kurka, pir zêde jî tên firotin, lê de…), tûrekê li dora beratê diavêje, yanî li dora wan hêta diçe û tê, lê dibîne ku wa li derûdora wê faq û xefik danîne û ew, yanî rêvî yek ser berê xwe dide bi wî alîyê ku ew bawer dike ku meskenê gur li wê derê ye û bi kurtî ew diçe û xeberê dide gur, yanî jê re behsa wan hêtên mihê dike!
Îcar dîsa bi kurtî, gur yê ku mentalîteya wî ne ku ji bo tenê têr bixwe, lê belê, bê ew ê bikarîbe ku çiqas zerarê bide û weke hergav bêyî ku ew zêde ”bifikire” û hema dîrekt, yanî yekser diçe û ew xwe pêre pêre diavêje ser wê beratê û bê şik, ew di cî de dikeve faqê!
Û nîhayet ew jî, yanî Qesabê Bexdayê jî ket faqê. Îcar mirov bibêje çi, weke ku tê gotin: kî ji Xwedê xafil e, kafir e! Yanî yê wî jî qey ”qedera” wî werê bû!
Îcar ew, yê ku heta wêga, wî faq û xefik li ber xelkên din datanî û yê ku meslekê wî qetil û talan û hwd bû, lê vê carê Xwedê ayîkên Dayikên Enfalekanan jê re nehişt!
Îcar wekî ku dibêjin; her bêdînek bêîmanek jê re lazim e, esas di dîrokê de mîsalên wisa pirin,
lê de her neyse, em zêde dûdirêj nekin!
Û îcar, vê carê tam lê hatin xezebê û ew yek, her û hal ne tenê ji bo ku ”Tirnîna” şanî wî tenê bidin, lê belê ji bo ku ew yek; ji Pêxwasên lokal, yên wek wî re jî bibe dersek û ji bo ku ew ji xwe re jê îbret (mirov ne bawer e, ku ew jê îbret bigrin, lê de ew zanin), bigrin!
Û îcar li ser serê wî kirin heqîqî kafir dewran û ew, yanî Seddam,vê carê qederê du heftîyan wenda bibû, revîya bû an jî wî xwe veşartî bû. Lê belê wî jî, belkî weke wê mesela; yanî wexta ku du heb axa, yên ku her yek xwedîyê gundekî bûn û yên ku wan tevlî êl û eşîrên û xulamên xwe li hevûdu dixistn, yanî şerekî mezin bi hev re dikin û îcar, ew axayê wexta ku di şer de zora wî çû, îcar wî ji xulamên xwe re digot: lawo hûn birevin, lê ê min ez ê xwe bidim alî!
Îcar ê wî jî her û hal; wî jî xwe dabû ”alî”!
Lê carekê, wextê ku ew kafir dewran hinekî sivik bû, wê çaxê ew ji wilo ”piçekî” navqetandî û hêdî hêdî, ew ji wê qula ku wî xwe tê de veşartî bû derket, lê di wechê wî de; gelek tişt mewcûd bûn û te digot qey wî çendakî, tî û birçî hiştibûn û hinekî jî wî îşkence kiribûn û îcar wî bi wî wechê xwe yê qebîh, weke ku li jorê jî hatibû behs kirin, wanî digot: ”yaaa eyûûhiilll kafîrûûnnn û hwd”!...
Yaaa kero ti ti, ”zor gêzera radike” û îcar her wekî ku di çîrokên Kurdan de jî gelek caran derbas dibe; yanî pêşî Nîna û di dû re jî Tirnîna şanî wan mirovên; ku pir tiştên bê rê û xerab dikirin, yanî kurt kurmancî; wê yekê nîşanî ew ”camêrên” ku îslaha wan ne mimkun bû, didan!
Îcar ê wî jî vê neqlê Tirnîna nîşanî wî dan û ji xwe Tirnîna, bi şiklekî tê wê mana ku êdî xelasî pir zor e, an jî bi gotinek din; xelasî êdî ne mimkun e û ji xwe dawîya wî ”camêrî” jî çi bû herkesî dît!
Lê wê sehne, yanî wê gava, wê wexta ku wî wekî rêvîyê dûdadayî, ku wan bi çengurê wî girtin û wî ji wê qulê kişandin û tevlî ku devança, şeşderba wî jî li balê bû, lê wî hema lep jî hilnanî û eger ku li vir mirov piçekî, wê ”mêrxasîya” wî hinekî ku bikarîbe rexne bike, ew yek ne ”layîqî” ne wan zirt û fortê wî û ne jî ”layîqî” ew şan û şûdên wî û dîsa, ne jî wê ”Mereşaltîya” wî bû! Îcar nistiûzibîlah Xwedê li mirova neyê xezebê!...

Şêxmûs li sûka Batmanê bi temamî di tevgêrê de!

Îcar ku mirov Seddam û wan leşkerê Emerîkî, yên ku bi lembê li dev û diranên wî û hwd kontirol dikirin li wir bihêle û dîsa hinekî, li Şêxmûs guhdarî bike, bê ka di bin zimanê wî de çi heye. Belê Şêxmûs li sûka Batmanê dîsa wek hergav kevirê wî di destê wî de û ew dibêje; lê her û hal wexta ku min bi wê xezeba xwe, di wan kuçe û kolanan û ez di aksîyonê de, lê belkî jî min hinekî zêde xwe diguripand û loma jî hûn, ji ber wê saw û xofa min her yek ji we xwe dixist qulekê, yan jî bi cîyekî de direvîyan. Yanî bi kurtî, ê we jî, mirov digot qey hûn, ji ber teyarên cengê direvin û her yek ji we, xwe diavête kortekê, yanî cîyekî bi emin, ji bo ku hûn xwe ji perçên bombeyan biparêzin. Îcar we bi xwe ceng nedîtibe jî, miheqeq we wan sehneyên şer di fîlma de dîtî ye, yanî mesela wexta ku firokên cengê, bo nimûne; F16, ku di cengê de û wexta ku ew pîke dikin, yanî wexta ku ew hicûm dikin, ji bo ku ew bombeyên xwe biavêjen hedefên xwe û îcar ên li jêrê jî, yanî yên li erdê, îcar her yek ji wan ji hewleriha, ew xwe diavêje kozikekê, kortekê û hwd. Yanî me û ew jî bi tenê ji mecbûrî, ji dervî wê çavtirsandinê, zêde tu tofan yan jî tu şer û oxilmê giran zêde li dar nexist!
Vêca ew navxerakirin, xeber û çêr li alîkî, lê ew kiryara we, ya zîyaret çêkirin, yanî ji bo Evdilkerîm, ango bi gotinek din Birako û ji me re jî mezelekî bê kêlik! Îcar ew yek ji bo min bû dilopa dawî, Ziyaret haaa!
Ê hey malneketno, ma qey bextê dinyayê wilo ye, yanî ê ku xwîna xwe da, ê ku bi Tirkan re ket ”meydan muharebesî” û gelekî jî diber xwe da, lê weke ku hûn jî zanin, soz û bextê wan nîne û dawîya dawî jî, mirov nizane ku çi bibêje û felek bi min re jî xayîn ket, ji ber ku ez bi gulên dijmin, lê belê bi xayîntî, bi qeleşî, yanî ji paş ve ez bi gulên wan polîsên Tirkan ketim ser axa sar. Îcar qaşo dijminên bêbext, yanî wan gotîye bisekine, lê em jî nesekinîne, yanî bi Tirkî dibêjin “dur ihtarı”. Îcar hûn kî ne ûllaannn! Nizanim dur, mur ihtarı!
Îcar gelî hemşerîyên min; yanî ez nizanim bê ku em dikevin kîjan kategorîyê, mertrbê, lê ê me ne dîrekt şehîd be jî, lê dîsa jî em jî bi gulê, fîşekê dijmin ketin ser axa sar!
Başe, nexwe em çûn ji kîsî bavê xwe, yanî em çûn çem û çem! Yanî ê me jî bû weke mesela Xoce Nisredîn û talankera û hûn jî wê çîrokê zanin, lê em dîsa bi kurtî bibêjin: li gorî gotinan; dibên ku Nisredîn Xoce karwanê xwe bar dike û diçe û li newaleke ku ji gund û bacaran piçekî dûr û kûr, yanî cîykî xalî û li wê derê, Xoce xwe li mirîtî datîne û karwanê xwe jî tevlî barê wan li wê rastê û bêxwedî dihêle û ew bi dizî li malê xwe dinêre û ji xwe re dibêje; bi ka wê çi bibe. Îcar piştî bînikekê hinek isat, eşqiya yan jî, hinek mirovên rêvî tên û dinihêrin ku çi bibînin! Ku wa kerwanekî û tevlî barê xwe û bêxwedî û li wê rastê! Û hema tev bi hev re û bi carekê hicûmî wî karwanî wî, wî malî wî dikin û tevî bi xwe re dibin û diçin.
Lê Xoce telandî û di cîyê xwe de, ji xwe re dibêje: ê herê pêxasno hûn jî dizanin ku Nisredîn Xoce mirî ye, hun ê çima werê malê min talan nekin!
Îcar, ê me jî vêgavê em înkar naki ku em jî niha li axretê ne, lê jibîr nekin ku dinya gewrik ji tu kesî re namîne!
Îcar ê we jî qey heta dinya derewîn hebe hûn sax namînin, ne pir, qey piştî çend salên din hûn ê jî virde werin. Îcar hûn ê wê çaxê bi kur de herin!
Ma we çi zû ew şan û şûdên min û ew heybeta min jibîr kir! Ma qey nayê bîra we; ew wechê min yê reş û tarî û ê ku weke ewr û birûskên biharê ku kesekî ji we newêrî bû lê binihêrta!
Gelî Batmanya! Yanî hûn min mecbûr dikin, ku ez jî weke Koçero nav dixwe bidim, weke ku çawa wî nav dixe dida û digot: ”lolo Elo hevalê xayîn, bêbextê ji mala bêbexta, ma lawo di bîra te nayê, gava roja ku…”. Îcar ê Koçero her û hal haya wî jê tune bû ku wî xelkê xwe dikuşt, lê ê min tu nîyeteke min î wilo tune!
Îcar, ê we jî ma nayê bîra we, wexta ku min li nava çarşîya Batmanê, yan jî bi gotinek hê rasttir nava çarşîya Êlihê û wê gava ku ji alîkî de; di destekî min de kevir û ji alîyê din de jî, yanî, destê min ê din ji xwe, ew ne hewcî gotinê ye bê ew li kur bû! Û wê gava ku min ji we re meydan dixwend û hûn dikarin vêya weke ku Tirk dibêjin ”meydan muhrebesî” jî fêm bikin (Xwedê heye, li vir gere mirov heqê wan nexwe, yanî Tirk ji wan gotinên qelew, pûç û vala re, pir jêhatî ne), we gavê tu kesî ji we newêrî bû dengê xwe bikra, yan jî li wî wechê min, bi meyzana û mirov ne zêde hevûdu eciz bike û ne jî bê wefa be! Îcar, ew şer û cenga min, yanî ”Batman meydan muharebesi” baş bînîn bîra xwe!
Îcar, dêmekî hafiza, bîra we/me însana, benîadema pir xerab e, wexta ku ez, yanî zalim Marêreş, di wê cada, kolana yekê de û ez di ber Sînoyê dîn de (Sînan); ew ê ku di nava orta keleqija germa havînê de, hem çakêt li xwe dikir û hem jî qapûtê dirêj bi ser de, lê hem qunçên çakêt û hem jî yên qapût tev vekirî û ên gumlekê wî jî hetanî ser navika wî vekirî û bota wî ya dirêj ku heta binê çoka wî diçû, di nigên wî de, lê qeytanên herdu ferên bota wî jî ne girêday, yanî vekirî û wî camêrê ku, yanî Sînoyê dîn, yê ku her carê sê heb cixare bi hev re dixist devê xwe û wan bi hev re vêdixist û dibû kuşe kuşa wî û dûyê kulekekê bi ser serê wî diket. Îcar her cara ku wî hilm li wan cixarên xwe dixist û di heman demê de jî, wî yanî Sînoyê dîn yê ku wechê wî wekî hevîrtirş, lê di halêkî çaqirkêf de bû, yanî ew tebesuma ser û çavên wî wekî nivşerxweş û ew herdû çavên xwe yên kesk jî pê re digit û vedikir, yanî wextê ku wî hilm li cixarê dixist û ew dibûn wekî lembên erebê ku mirov vêxe û bitefîne, vêxe û bitefîne û di nava orta wê cadê de, wî herdu milên xwe jî, li vîyalî û li wîyalî û hema ha yela diweşand û dimeşîya, îcar her û hal, ew yek ne hewcî gotinê ye, yanî mirov bi xwe dikare wê temtêla wî camêrî û wî dîmenê wî tesewir bike!
Û ez,yanî Şêxmûs bavê xezebê, hûn bibêjin Marêreş... weke birûsk diçûm û heta tu çavên xwe bigrî û vekî, ez ji cada yekê diketim pasaja Selîm biçîcî û tê de derbas dibûm û li dawîya pasajê, yanî li ser peyarêka, kaldırıma cada diduya û li wir, li hemberî min ew simsarê geraca Midyadê yê ku xwedîyê dengekî zalimî bû û qare wara wî bû û digot: Gercuş Midyat! Gercuş Midyat! Û piçekî li alî çepê û li wîyalî cadê, li miqabilî min, ew cîyê ku afîşê sînemayê lê dixistin, lê daldiqandin û li wê derê, afîşê fîlmê Yılmaz Güney; yê bi navê ”Çirkin Qıral” lê daleqandî bû (lê esas ew nav, ji Yılmaz Güney bêtir, li bejna min dihat, lê de em nekevin nava wê meselê) û hinekî li hêla rastê û dîsa li wîyalî cadê, li miqabilî min, ew koşkarê Sêrtî yê ku di wê qulûba xwe ya xerbende de, ya li kêleka firnê de, yanî ewî camêrê ku serê wî bê por, çavekî wî kor û devê wî xwar û bizmarek di kêleka dêvê wî de û çakûçê wî di destê wî de, lê te digot qey ronahîya wî çavê kor jî ketîye wî çavî wî yê sax, ji ber ku, wexta ku wî bi wî çavî li mirov dinihêrt, te digot qey projektor tê ser mirov. Û ji wir jî ez weke babîsokê diketim kolana diduyan, yan jî ji wê rêyê re, rêya Banqa jî digotin û ez di wê cadê de, di ber Aşxana 74ê de, ya ku bêhna kebaba wan ya dunerê, mirava bê hemd cezbî wir dikir de derbas dibûm û heta ber peykerê, heykelê û ji qewlî Birako ve; heykelê Kemoyê ser zilq, bê sekin û di wê navberê de, di ber wê zîyareta! We de jî, yanî di ber Birako de jî derbas dibûm.
Îcar ew Birako, yê ku li ser wê peyarêka Banqa Kar (İŞ bankası), yê ku herdu nigên wî ji kêlek ve dirêjkirî û rûniştî û kibrîta wî di destê wî de û wî darikek yan jî du darik ji wê kibrîtê derdixist û datanî ser kibrîtê û radihişt darikekî din û wî, ew darikê di destê xwe de; çend caran li dora wê kibrîtê û zû zû dizîvirand û digot xixt, xişt û li wê kibrîtê dixist, îcar qaşo ji bo ku ew agir vêxe! Lê wê çaxê jî hinekan ji we, jê re, yanî ji Birako re digot; welî û nizam çi, yanî wekhawê ku pîvanê, kirîterê welîtîyê; qirêj û gemar be! Lê we hîna wê çaxê, wî ”fermî, resmî” nekirî bû zîyaret!
Û min li dora wî, yanî li dora peykerê û dîsa ji qewlî Birako ve; Kemoyê ku berê xwe dabû gundê Korikê, weke dîkê ku bazikê xwe daxe, bikşîne ser nigê xwe û di nava mirîşkan de xwe bizîvirîne, yanî meydan bixwîne. Û îcar min jî, werê çend tûra li dora wî diavêt û bêyî ku tu kesî biwêrîba li sîya min jî binihêrta!
Îcar ez dibihîzim, yanî hinek gotin tên guhên me, ku vêga li dinya we ya derewîn,yanî li cem we, weke ku bûbe moda, yanî her roj, du roj; ku pêxasek, yê ku nîvê şewqa wî bi zêr neqişandî û nîşan û medalyayên wî ji yên Birejnev jî bêtir û her û hal ew nîşan û medalya, tev yên ”faili mechul” in, yanî yên kuştîyên ku kujerên wan nedîyar û ew xwe wek şamîya di guripînin û fort û zirtê xwe dikin. Vêca li vir cîyê gazinê ye, ku mirov bibêje; yanî hey birayên delal, hûn çima ji wî re, ji wan re, tiştekî nabêjin. Mesela hûn dikarin heqîqeten ji wî sergurî re wilo bibêjin: biçirîneee sercinawiiir! Îcar ma qey welatparêzîya wê wilo ye? Vêca hûn bi tenê ji hin camêrên din, yanî yên weke min re jêhatî ne!
Îcar gelî hemşerîyên min, ango ew şan û şûdên min ên din, yanî ewanê bêhejmar, yê Şêxmûs bavê xezebê û ji xwe her û hal ne hewcî gotinê ye! Lê dîsa jî mirov heyrana wê ”edalet û cesareta” we ye! Yanî, piştî ewqas ”şer û ceng û kahremanî”, lê ji dêlva çêkirina abîdekî ji bo me, hema ne tirbeke piçekî ber bi çav jî …
Lê ji Birako re ziyaret û ji me re jî mirinek bê serat û berat haaa! Û we, ew gotinên weke biratî, aşîtî, wekhevî û hwd, di devê xwe de kirîye wek benîşt û heta we navê aşîtîya me jî kirîye “barış”, îcar ma ev e, ew hevaltî û biratîya we?

Cenga Bodromê

Herê ez dizanim belkî hûn vêga dibêjin; Şêxmûûsss, lê esas ne ji eyba bûna, ez weke îmana xwe dizanim, we ê bigota; niza çi (biçirînê) Marêrêş! Û we ê dom bikra û bigota an jî wanî bipirsa: îcar ma gelo te piçekî wan ”kahremanîyên” xwe zêde mezin nekirin? Û filan û bêvan…
Okey, yanî baş e, lê ji xwe ez jî înkar nakim, yanî zemanê ku ez jî hinekî diketim pêsîrtengîyê, ne ku tune bûn. Lê weke ku hûn jî û ji nêz ve û pir baş dizanin û ji xwe eybe ku mirov bibêje; yanî her roja Xwedê, ji bo me bê şer, teşqele, teqe req, hetîketî û bê pihevçûn derbas nedibû. Lê ez ê, li wê derê bi tenê qala du heb ji wan teqe reqên bê hejmar, ji we re bikim!
Belê yek jê, ew mesela min û wîyê gundî, ku min û wî li wê qahwa bodromê, yanî ya binê erdê û dîsa ya ku li hemberî aşxana 74ê bû; şerekî “mezin” li dar xist, yanî mirov dikare wê bûyerê weke “Cenga Bodromê” jî bi nav bike. Lê di vî şerî de, îcar ji qewlî Tirkan ve; di “bodrom meydan muharebesı” de, min taktîk xetakî kir. Û ew xeta jî wanî bû; yanî yekî gundî û weke gakî zexm, ribît, lê her û hal, ew ne yekî zêde biaqil bû û îcar ew hetîbû Batmanê.
Û li wê qahwa bodromê, îcar li wê derê qumarçîyên Batmanê , her û hal wî xistibûn nava xwe û perê wî tev jê biribûn, yanî bi gotinek din wî rût û tût û bê metelik hiştibûn.
Vêca min jî nizanî bû ku ew “conega” wilo perê wî tev jê çûne û ew ketîye iczek mezin û ji ber wê yekê jî, ew bûye weke agrê sor, weke ”şêrekî” birîndar û divê ku, bê şik mirov hevza xwe ji yên ku ketine rewşek wisa bike, yanî mirov divê zû bi zû, bela xwe di wan mirovê ku têkevin rewşek wilo qet nede! Îcar ê min jî, her û hal ez jî zêde bi xwe bawer bûm. Yanî ê min jî wê carê, taktîk xeta li alikî, min jî xwe weke elokê şamîya wilo xwe piçekî zêde gurupand. Lê weke ku pêşîyan jî gotîye: ”ku mirov da nav avê, ha li çokê ha li navê” û ji xwe ji min re qet ferq nedikir û îcar min jî ji xwe re got: de di kur de zirav e, yan jî qalind e, bira ew di wir de biqete! Û ez weke hercar ji xwe re li ser kursîkî rûniştim, çaya min li ber min û weke hergav kesek newêre zêde tûj li nav çavên min binêre û kî di ber min de diçe, ew bi ”hurmet” silav dide û dibêje; merheba Şêxmûs û ji xwe re li cîyekî rûdine. Lê ew “gamêşê” gundî, misêwa wî dikir ife kuf û zoq û bi awirnî tûj li nava çavên min û bi şiklekî tehdîtkar dinihêrt. Îcar li wê qahwa bodromê, ya ku xelk tev li wê derê min nas dikirin û qîmet didan min û ji xwe perê çay jî, ji min nedistendin û ew herekêtê ew ê gundî, li ba wan, weke ku min ”piçûk” bixe û ez êdî mecbûrî “bersîvekê” kirim. Îcar her çiqas hinekî heybeta wî qelafetê wî hebû jî, lê ê me jî bû wek mesela nav û rûmetê û min hinekî xwe guripand û vêca min hê ji wî tûjtir li nava çavên wî nihêrt û min jê re, bi dengekî ji xwe bawer û bilind got: ê herê ûllaaan… yanî min jê re wan çêr, xeber û siqêfên ku min her roj li sûkê dikirin, got, yanî min ji bo wî jî ew tekrar kirin û min tehdîtên xwe domand û jê re got: yanî tu çi weke gayê ku li trênê binêre wilo zoq li nava çavên min dinihêrî û hwd. Lê hê gotina min di devê min de, ew bêbavê gundî pêre pêre hicûmî min kir û em bila tejbî we bîla temsî wek kûçika rabûn pêdarê, îcar te digot qey ew maça boxê ye. Û ez û wî hûtî bi kulma ketin ber hev û tepe repa me, em li hevûdu dixin. Her çiqas min baş di ber xwe da jî, lê her û hal, ê wî, ji ber kerba wan perê ku ew qumarcîyên Batmanê ji wî birîbûn û ji ber wê yekê; tu kesî nikarîbû ku ew, xwe li ber derbê wî zalimî bigre. Vêca ê min jî, nizanim ku feleka min xayîn bû, yan jî ji hideta kulma wî “gayî” bû, yanî bi kulmaka wî re, dêmekî derbê jî cîyê xwe girt û ez bi carekê şûşî erdê bûm, yanî ez ketim xwarê. Lê ketin û rabûna min bû yek. Yanî dîsa bîla tejbî we bîla temsî ney, îcar miqayese çiqas di cî de ye, ez jî baş nizanim, lê ew bû weke wê sehna, di raûnda maça ku di navbera Mihmned Elî Clay û Frayzer de, ya ku bê şik hema bêje temamê dinyayê û di vê navberê de, we jî bêguman di televizyonan de dîtîye, temaşe kiriye.
Yanî wê sehna, ku wexta ew ”kafir” û zalimê Frayzer, ku çawa kulmeke weke balyozekî li M. Elî Clay dixe û bi hideta wê kulma wî zalimî re, M. Elî bi carekê şûşî erdê dibe, yanî dikeve xwarê, lê ketin û rabûna wî dibû yek, yanî wî li xurûra xwe dananî ku ew li erdê bimîne. Îcar ez îdîa nakim ku ez jî weke M. Elî Clay im, lê ê min jî, hema hema bêje tiştekî wilo bû!
Lê di dû re şansê wî ”hûtê” gundî hebû, îcar weke ku Kurd dibêjin; qey dê û bavê wî xêrek, tesediqek, qurbanêk ji bo Xwedê dabûn, ji ber ku ew mirovên Qahwê nehiştin ku ez xwe bigihêjînim wî! Yan na, mine bikira ku perçê mezin bibûna guhê wî!...
Lê belê disa jî min jê re got: ûlannn eybe ji te re! Ê te jî ”ewkê” te heye ûlannn! Yanî tu jî zilamî!

Malik Evdil Ezîz

Lê dîsa jî, derb ji derbê zortir û xerabtir hene! Yanî, herê ê min jî ez ketim xwarê, lê dîsa jî ne weke hinik camêrê din, yanî mesela aqûbeta Peter Macknellî ji ya min gelekî xerabtir bû.
Îcar ji xwe hûn çîroka wî xweşmêrî zanin, lê em dîsa, hema bi çend gotîna be jî, hinekî bînin bîra we. Weke ku hûn jî baş zanin, wexta ku du heb hût, yanî du heb boksor dê maç bikin, îcar nexasim jî sikleta giran û îcar bi mehan berî maçê, ji alîkî de boksor û ji alîyê din de jî masmedîya, behsa hazirîyên wan dikin, bê ew çawa kulturfîzîk, îdman dikin, çi dixwin çi vedixwin û hwd. Yanî bi kurtî, bê ew xwe çawa ji wê roja maçê re amade dikin. Lê wextê ku rojên maçê nêzîk dibin, îcar her boksor ji aliyê xwe de mesaj, mulakt û fortê xwe bi rêya rojnama û televizyonan digihînin xelkê, yanî ew yek, bi şiklekî dibe weke şerê pîskolojîk yê di navbera wan boksvanan de.
Lê îcar wexta ku rojek yan jî du roj ji maçê re dimîne, ew zirt û fortên wan digihêjin asta herî bilind.Îcar wan rojên berî maça Peter Macnellî û Malik Evdil Ezîz, yanî Micke Tayson û weke ku hûn jî, her û hal dizanin, wexta ku Micke Tayson, bi îhtîmalek mezin ji ber zilm, niheqî û nijadperestîya sipîyên Emerîka, ku li ser Reşikan bû û ji ber wê yekê jî; ew jî wek M. Elî Clay bibû misilman û ji ber wê jî, wî, wî navî li xwe kiribû.
Lê bêyî ku ew baş bizanîbin bê misilmantî çi ye? Û bê ”birayên” wî/wan ên Ereb, mesela li hember ”birayên” xwe ên Kured û misilman çi dikirin, çi dikin! Yanî, ji bo xatirê ku Kurdan ji bo otonomî, ango ji bo mafê xwe yên xwezayî, di bin rêberîya Mele Mistefayê nemir de, doza hin heqên xwe kirin; îcar ”brayên” wan, yên Ereb û misilman û yên ku xwedîyê bîst û du dewletan bûn; îcar zengîn û feqîrên wan, pêşverû û paşverûyên wan, şorişger û ne şorişgerên wan, fundamentalîst û muminên wan, dîndar û bêîmanên wan, yanî bi kurtî hemû tev, kompîle alîkarîya Seddam dikirin, çi dîplomatîk, çi polîtîk, çi ekonomîk û çi jî fizîkî, yanî bil fîîl, ji ber ku, her û hal; gazên Seddam yên jehrê têra kuştina Kurdan nedikirin!
Û îcar netîceya wan komkujîyan dinya ”MEDENΔ hemû, yanî tev baş pê zanin, yên ku tenê ji xwe re lê temaşe dikirin, lê esas ne tenê temaşe, lê belê wan di alîkarîya xwe, ya ji bo Seddam û yên wek wî re tu qisûr nedihiştin! Û ew jî her û hal; ger yê Seddam ji bo ”Îslamîyet û însanîyetê” bû, îcar yên vanê din jî; ji bo ”Însanîyet û Demokrasîyê û hwd” bû!
Belê neîcê; Helebçe, Enfal û hwd bû. Û dîsa belê, eger ku mesele, bi gotinek herî mitewazî; ne nijadperestî be, lê ew çi ye?...
Lê eger em wan kiryarên ”birayên” wî, ên Ereb û misilman li vir bihêlin û dîsa vegerin ser wî camêrî, yanî Micke Tayson. Belê îcar wî kumekî tentene dabû sere xwe û nave xwe jî, weke ku li jorê hate zikir kirin, kiribû Malik Evdil Ezîz. Lê, vê dawîyê, êdî di rîngê de, niza ji kêm taqetî bû, îcar wî guhê xelkê, bi geza jêdikir û di dû re jî, gelek kirinê xerabtir, lê em li wê derê zêde wan meselan tev nedin, ew ê çêtir be!
Îcar ku em hinekî werin sadetê; Peter Macknellî nav di xwe dida, weke wan mahkûmê me Kurdan yên bi nav û deng, yên wexta ku ew diketin kozika xwe û nav di xwe didan û ji ên hemberî xwe re bi dengê bilinid bang dikirin û digotin: hel hel ez bavê filan kesim û hwd.
Û îcar Peter Macknellî jî, ji rojnamevanan re pesnê xwe dida û digot: ez ê kulmeke werê li Malik Evdil Ezîz xim û ez ê bikim ku hestîyê pozê wê di mêjîyê wî de biçike! Lê yê Malik Evdil Ezîz, di awirên wêneyê wî, yên ku di rojnaman de, wek hawê ku di bin simbêlan de bikene û bibêje: ê baş e em ê li ser rîngê hevûdu bibînin!
Îcar piştî wê hazirîyê, wê heyteholê, roja maçê û ew maça ku hema bêje dinya li benda wê bû û ew herdu hût, yan jî pêlewan, boksvan, her yek ji alîkî de û ew di nav hevalbendên xwe de dimeşîn û diçûn ber rîngê. Û li ser rîngê, piştî hinik hereket, dans û xwe guripandin û dawîya dawî jî, bi lêxistina pîzpîzka hakim re, ew herdu boksvan ketin ber hev!
Di despêka maçê de, Peter Macknellî weke boxê Helîm Çawîş, bi temamê hêza, quweta xwe hicûmî Malik Evdil Ezîz kir û ew yek qaşo li gorî plan û taktîkên ku Peter, ewê bi wê metodê zora reqîbê xwe bibe bû! Lê zalimê Malik Evdil Ezîzê, yê ku şan û şûdên wî hem di boksê de û hem jî wekîdin, li dinyayê gelek hebûn û her çiqas di destpêka maçê de, ew bi wê hicûma Peter, ya ji nişka ve, piçekî hejîya jî, lê dîsa jî boksvanê bi tecrûbe, xwe da hev, quweta xwe civand serhev û hema bi carekê, weke ku ew li Peter were xezebê û hema pêre pêre û bi derbekê re Malik Evdil Ezîz, kulmeke wisa lê xist û kir ku Peterê xwediyê wan fort û zirtan û tevlî wî qelafetê xwe yê weke conegakî gir, pêre pêre li ser rîngê ”sedik erd” bigre, yanî ew li erdê dirêj bibe û êdî ew hew ji wê erdê rabû, heta ku alîkarî jê re hat!
Îcar weke ku berê jî hate zikir kirin, ango derb ji derbê xerabtir hene. Herê ez jî ketin xwarê, îcar, qet nebe ê me veke Perter Macknellî, em neketin wî halî!

Mele Evdilkerîm û Muhterem

Û cara diduyan jî wilo bû; ez li Batmanê ji xwe re li Qehwa pişt Pasaja Japona rûniştî me û li wê derê, mirovek bi navê Mele Evdilkerîm û yek jî, jê re digotin Muhterem rûniştî bûn û li hawîrdora wan jî, tev zilam rûniştî bûn û temamê wan zilama bi dîqetek mezin û ji can û dil wan guhdarî dikirin. Lê mirov digot qey; ew semîner didin, yan jî ew di civînê de dipeyivin, xeber didin û ew weke mirovnî jîr û zana xuya dikirin. Û wan ji yên ku li derûdora wan rûniştî bûn re, tiştên ku min zêde jê fêm nedikir digotin. Mesela wan, yanî Mele Evdilkerîm û Muhterem ji wan mirovên qahwê re digotin; gelî bira gelî Kurda, siyaseta dewleta Tirk pir xerab e, ji damezrandina komarê û virde, temamê wan qetlîama, wan talana, sirgûna, koçkirina û hwd, ne bes bûn, îcar bi serde jî zimanê me jî qedexe kirin û ew jî têrî wan nekir û vêga jî, ew ji alîkî de di mektebên xwe de, me asîmîle dikin û ji alîyê din de jî ew bi zanebûn fabrîka li welatê me çênakin, ji bo ku Kurdan mecbûrî koçkirinek, ber bi alî anadolê de bikin, yanî hem ew welatê me vala dikin û hem jî yên ku diçin alî Tirkîstanê, ji bo ku ew li wirê, wan di nava xwe de bihelînin û gelek tiştên din, yên wilo digotin…
Îcar ew siyaset, polîtîka û asîmîlasyon û tiştên wilo min tiştek zêde jê fêm nedikir, lê koç kirina xelkê ku bar dikirin û diçûn, mirov wê hinekî fêm dikir. Ji ber ku wexta ku xelkê ji xwe re sohbet dikirin, yan jî mesela wextê ku hinek ji gund dihatin bacêr û li hal û demên hevûdu dipirsîn, îcar mesela yekî ji yê din dipirsî; ma gelo mala Elîyê pahn çawa ne? Yê din: haylooo wan zûde mala xwe bar kirine û çûne Edenê û bi wî şiklî sohbet domdikir. Û îcar mesela; mala Miradê bavê Evdile çûne Îzmîrê, mala Birahîmê Sêvê çûne Edenê, mala Sînanê Şêx Mihemed çûne Antalya, kurê Ehmedê koşkar mala xwe birîye Mêrsînê, lo mala Îhsanê Hilanî çûne Stenbolê, mala Evdilkerîmê Mahmûd çûne Edenê, lo niza mala Evdileyê mêrê Waybe çûne Edenê û lîste pir dûdirêj dibe...
Îcar, bi piranî Kurdan xwe li Edenê û li hin bacarên wek; Mêrsînê, Antalya, Sitenbol û Îzmîrê digirtin. Îcar, yanî filankes çû Edenê, bêvankes çû Edenê, vêca ê min jî sebra min nehat û ez jî ketim trênê û min berê xwe da `oxirê û pişta xwe da felekê` û îcar tu li kur û Edenê li kur.
Lê sekna min ya li Edenê bû weke ya Enwer û ez dizanim ku gelek ji we wê çîrokê nizanin, îcar hema em ê, ji we re bi çend gotina be jî, hinekî behs bikin.

Kebaba Edenê

Belê, Enwer ji bacarokekî nêzî Bismîl, ya ku girêdayî Amedê bû û ew zehmetkêş, hema bêje her roj li qehwa xwe, yanî sal diwazde meh û bê ku ew îstirhet bike, yanî carinan bêhna xwe derxe û hertim ew dibinê sitresê de kar dikir. Îcar kêfa Enwer ji gelek tiştan re dihat, lê du heb ji wan derdiketin pêş. Yek jê fûtbol û ya din jî; şêranî û xwerin bû.
Û îcar li qehwê gelek caran behsa şêranî, yanî tiştên; weke beklewe û hwd dihatkirin û pir kêfa wî ji xwarinê û bi taybetî jî, ji kebabê re dihat û di wan sohbetên şêranî û xwarinê de, pir caran navê kebabê jî dihat zikir kirin û bi taybetî jî kebaba Edenê. Û îcar hingê ku hevalên wî û xelkê wî bacarokî ku ew li dijîya, li balê, yan jî li qehwa Enwer, behsa tahm, lezet û xweşbûna kebaba Edenê dikirin (Adana kebebı) û îcar bêhemdê, av, ne bi tenê bi ser devê wî, lê yê ku wan, ew ”sohbetên xwarina” kebaba Edenê guhdarî bikrana; ew ê bêguman av bi ser devê wan jî biketana.
Îcar carek kebabên Edenê, du car kebabên Edenê, lo niza çendik û çend cara kebabên Edenê… Îcar ew yek ji Enwer re dibe meraqek mezin û êdî ew di xew de jî, yanî di xewna xwe de jî kebabên Edenê dibîne. Îcar rebeno dike nake, hew dikare ku îdare bike û biryara xwe dide, ji bo ku ew wê meraqê ji dilê xwe derxe. Kî zane bê Xwedê kengê emanetê xwe ji mirov distîne! Û ji xwe dinya gewrik ji tu kesî re namîne…
Îcar, herê li aşxanên din, li dikanê kebaba yên din jî, kebabê Edenê çêdikirin, lê gelo ya ku li Edenê bixwe çêdikirin çawa bû! Ji ber ku navê wê jî ji wir tê, wê gavê, her û hal taybetmendîyek, xisûsyetek, tahmeke wê ya cihê, ji wan kebabên din divê ku hebe!
Û îcar rojek ji rojan Enwer dibêje; ya Xwedê û ew ji gundê xwe, yan jî ji bacarokê xwe bi mînîbusê, heftê kîlometre rê diçe heta ku ew digihêje Amedê û ji wir jî bilêta xwe, ya otobusê dibire û ew li otobusê siwar dibe û berê xwe dide Edenê, bê ka gelo tahma kebabên wêderê çawa ne!
Û li Edenê, ew, yanî Enwer, yekser li aşxaneke ku kebabê Edenê lê çêdikin dipirse û raste rast ew berê xwe dide wir û diçe wê aşxanê. Li aşxanê, ew sê şîş, yanî yek û nîv kebaba Edenê ji xwe re spariş dida, yanî dixwaze. Û piştî ku ew têr kebaba xwe dixwe, yanî dilê xwe rehet dike û ew dîsa yekser berê xwe dide geraja otobusa û dîsa ew wek berê bilêtekê ji xwe re dibire û berê xwe dide Amedê û ji wir jî, dîrekt ew bi mînîbusê diçe bacarokê xwe. Îcar çi dibe çi nabe, mirov tişetkî di dilê xwe de nehêle û ji xwe bextê qederê jî tune ye û felek ji hertim bi Kurdan re xayîne!...

”Fîl Hemdî”

Îcar ê min jî, ez jî li Edenê ji xwe re çûm qahwekê û ez ji xwe re li ber televizyonê û li ser kursîkî rûniştim. Li wir gazozek cemidî ji min re anîn û ez jî wek wan mirovên li qahwê, ji xwe re li televizyonê dinêrim. Îcar di televizyonê de filmek dilîze û di wî filmî de gelek dîlberên xweşik jî hebûn. Îcar pir mimkun e, ku ez jî, ji ber wê meşa wan dîlberên, ku xwe li viyalî û li wîyalî badidan û bêhemdê xwe, weke ku ez ketibim hundirê film, nizanim, yanî belkî jî wan dîlbera werê min cezb kiribû…
Lê carekê hema min dît ku ji nişka ve film kut bû û tiştekî din (di reklama di TVê de, yekî ku qelafetê wî pir gir, bera ser pişta Levent kirca dide) ,derket. Û îcar ez çi bibînim, yanî yekî weke, ne yê sexte, lê heqîqî fîl Hemdî û wî zalimî, bi temamê xezeba xwe bera ser pişta wî mirovê hûrik û yê ku ji tirsan re hew tune bû ku ruh bide, dida.
Lê ne ew fîl Hemdî, yan jî cinawirê Mêrdîn (Mardin Canawarı), yên ku di pirtûkên Aziz Nesin de, çîrokên wan derbas dibin. Weke ku tê zanîn, ew herdu çîrok jî pir meşhûr in, lê li vêderê em ê pir bi kurtî, piçekî behsa ya fîl Hemdî bikin.
Belê mirovek sûcekî giran dike û li gorî gotina xwedêgiravî navê wî mirovî Hemdî ye. Îcar nûçe belav dibe û heta xeber ji taxekê digihêje taxa din, îcar“fîlekî” davêjin pêşîya navê wî, yanî navê wî dikin ”Fil Hemdî”. Sebeb û mantiqa wî navî jî, yanî wî “fîl” ê ku wan danîne pêş navê wî, pê vekirin e, ew dibêjin ku; tenê yekî bi qelafetê xwe weke fîlekî dikare sosreteke wilo bike û îcar xeber li temamê Tirkî belav dibe û bicarekê Polîsen Tirka dikevin alarmê û xeber digihêje rojnaman û ew jî tiştê ku ji wan tê, ew texsîr nakin, yanî ew jî di rojnamên xwe de, belkî ne wek wêga ku ew pêc heb flaş li ser hev rêz dikin, lê dîsa jî, wan bi manşetên flaş ew nûçe, ew xeber didan.
Û îcar polîs li herderê li qatilê mezin, ”Fîl Hemdî” digerin. Îcar her roj rojnamên Tirkan, yên mezin, wê xebera, wê taqîba zor û xeter ya ku polîsan dabû dû fîl hemdê, dişopandin. Û îcar ji wê gavê û wir ve, xeber û manşetên hin rojnamên wan, hema hema welê bûn: lo niza lê Qonyayê heştê heb ”Fîl Hemdî” hatin girtin! Û rojnameke din manşeta xwe wanî diavête: li Edîrne heftê heb ”Fîl Hemdî” hatin girtin, lo yeke din dinivîsand: li Antalya pêncî heb ”Fîl Hemdî” hatin girtin û hwd.
Îcar Polîsên Tirkan, hema yekî ku qelafetê wê hinekî gir, li kêderê didîtin, wan bi derbekî ew digirtin, yanî ew “difikirîn” û digotin, ku hebe tune be ”Fîl Hemdî” ev e!
Lê dawîya dawî wextê ku ew sûcdar zevt dikin, derdikeve holê ku, yê ku hatîye girtin, yekî qam kutik, zeîfokî û yekî ku mirov sîlekê lêxe, ew ê ew hew ji erdê rabe!

Ûlan ez ji Edenê ji ber te reviyam!

Belê eger ku em dîsa piştî wê çîroka ”Fîl Hemdî” ya ku me bi çend gotina û li bayê bezê, hinekî behs kir, li mesela xwe vegerin. Yanî ez li Edenê ji xwe re li qehwê, li ber televizyonê rûniştî û li wan dîlberên ku di fîlm de, xwe virde û wirde li ba dikirin û her û hal piçekî bi dîqet, li wan dinêrim û ji nişka ve film kut bibû û yekî weke hûtekî bera ser pişta yekî qam kutik û zeîfokî dida.
Îcar yê ku di televizyonê de derket, heqîqeten weke fîlekî bû û mirov digot qey ew raste rast û bi wê xof û xezeba xwe û bi wî gewdî û wan gavên ku wî diqelaşt, ew dîrekt hicûmî mirov dike. Vêca ez jî, ji kutbûna wî filmî, wan dîlbera û di dû re jî, ji şoka wî hûtî, wî zalimî, îcar min ji xwe re got: eger ku ew dehbe min bigre, ew ê her û hal perçê mezin bibe guhê min û ez mecbûr mam, ku ez xwe ji wandera bidim alî. Ji ber ku êdî ew yek, ji bo min; mesela man û nemanê bû. Û îcar ji hewle ruha min berê xwe da stasyona trênê, lê bêyî ku ez zêde wê tirsa xwe bidim der û bala xelkê wê derê zêde bikşînim ser xwe û ez çûm û ji xwe re ketim vagoneke trênê û bêyî ku ez welatîyên xwe bibînim û kor poşman, ez dîsa şûnde vegerîyam Batmanê.
Îcar ê Enwer, qet ne be wî ji xwe re têr kebaba xwe xwar, lê ê min, wî cinawirî nehişt ku ez gazoza xwe jî tam bi dilekî rehet vexum!
Îcar bi rê de, hem li çûyinê û hem jî di vegerê de, di wan qulên, tunelên Gawir Dax de, ji duh û dûmana wê trêna reş, vêca ez yê ku ji xwe wechê wî ji eslê xwe de ”piçekî” reş, yan jî têra xwe reş û tahrî, icar ez yekcar bibûm wek wan reşikên Afrîka, yanî yê ku min nas nekira, ew ê wan bigota qey evîya ji Hebeşîstanê hatîye!
Îcar li Batmanê ez pêşî çûm hemama Hecî Xalit, li wir min hem têr serê xwe şûşt û hem jî min wî qapût xwe, yê ku di rengê qapûtê Qumsêr Qulombo de bû, ji ber ku ew jî, ji duyê trênê reş bibû û min wî jî baş şûşt û di dû re ez çûm Aşxana Bacêr (Şehir Lokantası) û li wir min kebaba dunerê ya Aslan hoste, ku wî pir bi lezet çêdikir û bi îştahek mezin û têr xwar, îcar belkî jî ew weke kebaba Edenê ya ku Enwer xwar bi “lezet” nedibû, lê kebaba dunerê ya Aslan ji, wê demê li Batmanê têra xwe bi nav û deng bû!
Di dû re, ji bo ku hinekî bêhna min derkeve, min li cada yekê, li wan pasaja û li cada diduyan çend tûr avêtin, hinekî bêhna min derket û ez çûm Qehwexana Dîka ( Horozlar Kahvesi ). Û îcar ez li wêderê, ji xwe re li ser kursîkî û li ber televîzyonê rûniştim. Ji ber ku li bexçê wê qehwê carinan dîka bera hevûdu didan û ji ber wê yekê jî, navê wê danîbûn Qehwexana Dîka. Û li wê derê, ez dîsa ji xwe re li televîzyonê dinêrim û di televîzyonê de wî rêzefilmê navdar yê Emerîkî, yanî Dallas dileyîst. Û di wî rêzefilmî de, Larry Hagman yê ku li gorî rêzefilm, ew ji malbata Ewîng û yê ku bi rola serokê, şefê şirketa xwe û bi navê JR. û dîsa yê ku çavên wî direqisin û niza çend heb rêvî di serê wî de cirîd diavêtin û dûva yekî, li ya yên din nediket û ji bo ku ew, sekretera xwe, ya ku hinik sextekariyên wî fêr bibû û ji bo ku ew, yanî sekretera wî, wan fiêlên wî ên xerab, ku rojekê ew nede der û ji ber wê yekê jî, wî, yanî JR. dixweste ku wê keçikê ji kar derxe û bi awayê xwe yê “ medenî “ û wî pîs pîs li keçikê dinihêrte û jê re wanî digot: filankes tu dikarî daxwaznama, miracaêta xwe, ya dev ji kar berdanê binivîsî û em dikarin ji bo îmze kirina wê, bifikirin!...
Û îcar ez jî, ji xwe ji alîkî de ji kehra û ji kerba wî sextekarê JR. ketibûm iczê û ji aliyê din de jî, bandçî Şêxo yê ku dikana wî li alî wîyalî, lê ya ku dîwarê wê û yê qehwê yek bû û wî weke hercar kaseteke Şivan danî bû ser û îcar wî zalimê Şivan; bi wî dengê xwe yê kezeb şewitî, wê helbesta Cîgerxûn ya; “Kîne Em” û bi wê sewta xwe, ya ku ew bê şerab mirov serxweş dikir, distira û te digot qey ew zalimê Şivan, bi wî rîtmê wê kilamê, wê stranê re radibe û rûdinê û
îcar mirov digot qey şûr di destê wî zalimî de ye û ew li viyalî û li wîyalî koledara, dagerkera dikuje, yanî ewan gotinê wî, yên ku pêşî, wî hinekî nerm dest pê kir, yanî yên wek: Kîne em? Cotkar û karker, gundî û rêncber, hemû proleter. Lê çiqs diçû ew rîtm hê bêtir gurtir û întensîvtir dibû û îcar wî dom dikir: Gelê Kurdistan şoriş û volkan, Tev dînamît in, agir û pêt in ... Emin ew Kurdê ser hişk û hesin, Îro jî dijmin ji me ditirsin, Bêhna barûdê kete pozê min, Dixwazim li hawir biteqim ji bin, hey hey hey hey, Kîne Em? Û îcar ez Şêxmûsê ku ji sextekarîya wî JR. î hatibûm ber qirikê û ew jî ne bes bû, vêca bi ser de jî, wê kilama Şivan, ya ku yekcar ez xistim haletekî werê, ku êdî min dixwest ez hineka bi diranan bi hêrim!
Îcar ez di wê iczê û di wî halî de, lê min hew dît, ku dîsa ji nişka ve, wekî cara Edenê, ku dîsa ew film kut bû û îcar ez dîsan çi bibînim! Belê dîsa ew mirovê wek cinawirekî, ku li Edenê di televîzyonê de bera ser pişta wî mirovê hûrik dida, derket û bi tememê wê heybet û xezeba xwe hicûmî wî belengazê, ku ji tirsan re hew tune bû ku ew dîn bibe, dida. Û mirov digot ha ew dehbe wî pepûkî girt, ha wî girt!
Vêca wextê ku carinan televîzyonê; wî hûtî yê ku bi wê sawa xwe û di hicûmê de, bi tenê nîşana dida, îcar mirov digot qey ew yekser êrîşî mirov dike û ji xwe te digot qey, ew cinawir min ”dişopand”, nizanim hingê sawa wî ketibû dilê min, yan jî, belkî jî ji min re wilo dihat û îcar ji min tirê, ku ew dîsa wekî cara Edenê, ku ez jî di film de me…
Yanî mirov bibêje, de hade li Edenê me got, kesek zêde me nas nake, ji ber wilo jî me xwe da alî, lê li Batmanê, yanî li meskenê min yê ku xelk tev min nas dikin, îcar rev, yan jî ez xwe bidim alîkî, ew yek bê şik ji min re mirin bû. Îcar ji bo ku ez wê xofa ku wî hûtî û bi wî qelafetê xwe, yê tir tire, qerase û gir, ku wî xistîbû dilê min û ji bo ku ez jî, li nava xelkê zêde wê tirsê nedim der, îcar min jî hêwirze û kelebalixeke wilo, di nava wê Qehwê de rakir, îcar weke ku ez êdî hew bikarîbim ku xwe bigrim û ê min jî, piçekî damara min ya mêranîyê jî lêxist û çawa be, ji xwe ez li meskenê xwe bûm û min jî, ji xwe re got: de di kur de zirav e an jî qalinde bira di wir de biqete û min xwe wek marê qobra, ´ji xwe çawa be, we Batmanya navê min kiribû Marêreş´ xwe ji ser kursî bilind kir û min lê kire qêrîn, yanî li wî hûtê ku di televiyonê de û min jê re got: ûllaaannnn! Lê her û hal; min ”xeyrî îxtîyarî” wilo got: ê ullaannn ma ez ji Edenê ji ber te revîyam, yanî min xwe da alî, vêca qey ez ji te xelas nabim!!! Û min êrîşî wî kir, lê di dû re, min dîsa xwe paşve kişand…
Îcar gelî hemşehrîyên min, weke ku hûn ji baş dizanin, di jîyanê de; ketin û rabûn, tenghî û firehî, jîyan û mirin, evîn û nefret, şîn û kêfxweşî, bedewî û nebedewî, rûmet û lanet û her yek ji wan ji bo ku ya din derxe der, ew hene. Û ji alîyekî din de jî, yanî ji bo ku mirov bikaribe ku gavekî pêşve biavêje, carna mirov mecbûr dibe ku çend gavan paş ve jî biavêje, ji bo ku mirov bikaribe li ser nigê xwe bisekine, yan jî jîyana xwe dom bike. Yanî, carinan wextê ku îcab kir, dive ku mirov taktîk bikar bine û hertim mêranîke bêaqil û kor jî, ne zêde baş e û jibîrnekin ku; her wekî ku pêşîyên jî gotine, carinan: “Rev jî nîvê mêranîyê ye!”.

Heykel

Gelî Batmanya! Û di serî de jî, gelî aşxanevanan, qehwevanan, dikandaran û bi kurtî hemû esnafên bacêr û yên din. Îcar ma qey bextê dinyayê wilo ye! Ma çi zû we em jibîrkirin! Lê banga min herî pir, ji bo birêvebirên Şaredarîyê û hemşehrîyê min û serokê Beledîyê birêz Huseyîn Mertal (Kalkan) e! Yanî îroj tu û belkî jî sibê roj hemşerîkî me yê din bibe serokê Beledîyê, îcar qet ferq nîne, yanî ev gazin ji bo we teva ye! Belê, hin gazinên min hene û hêvîdarim ku hûn hinekî destê xwe deynin ser ûjdanê xwe (eger ku hebe) û li wê gorê tevbigerin…
Yanî ma qey siyaseta we, demokrasî, aşîtî, biratî û wekhevîya we, wanî ye? Yanî ma qey em, ji jinbavê ne? Û qey ew polîtîkaya we ya wekhevîyê, ji me re derbas nabe? Û ji hêlek din de jî, yanî ew ê ji min re qet xerîb neyê ku sibê roj hûn ji Mihemedê dîn, ewîyê ku ji alîyê Badika, yanî ewîyê ku mirov newêrî bû li wî wechê wî, yê ´tawankar, krîmînel´ binihêrta û dîsa ew ê ku havîn, çile, zivistan an jî bihar, yanî bi kurtî sal diwazde meh, têrek li ser milê wî û her alîyekî têra wî, tenekek rûn (ewanê 17 kîlo, yên; Vita, Nova), lê yên vala di wê têra wî de û ew ji xwe re virde û wirde wilo eware eware digerîya. Yanî hûn dikarin ji wî re jî heykelekî li ba Pira Mala Badê çêkin û tevlî wê têra û wan tenekên wî!
Baş e, peykerê wî ji çêkin, ez bi xwe zêde li dij dernakevim. Û wekhawê ku hinek Beledîye, Şahredarîya, ji xwe li hinek bacaran dest pê kirine û heykelê dînê xwe çêdikin. Lê hûn ewqas dibêjin biratî, aşîtî û wekhevî, yanî we êdî ew gotina aşîtî jî asîmîle kir û we wê kir “bariş” û we ew di devê xwe de kir benîşt! Temam aşîtî û wekhevî du têgehê hêja ne û tu kes her û hal, ji xeynî xwînxwar û bêbexta, li dijî wan dernakeve. Lê ma ew e, wekhevîya we? Yanî hûn ji yekî re zîyaret çêdikin û ji yê din re jî, hema ne normal tirbek! Yanî mirîkî bê serat û berat, yan jî mezelekî axê!
Yanî me mecbûr nekin ku em jî karê we bikin; yanî gilîyê we li cem komela mafên mirovan bikin! Û ez bawerim ew yek ji we re jî ne zêde xerîb e. Îcar hey malneketno, ma mirov wilo xwedî li MASKOTÊ bacarê xwe derdikeve! Ê ne em jî bi gulên Pilûsên ( Polîs ) Tirkan hatin kuştin. Yanî em bibêjin quweta we negihêşt, nagîhêje wan katilên, komkujên wê sîstema wahşetê û dîsa em bibêjin ku hûn gilî jî bikin, ew ê bibe weke ku mirov gilîyê gur li cem gur bike, îcar dûrî ji bahsa wan heywanan ketî (gilîyê kûçik li cem kûçik bike) û ji xwe tu netîcekî jî, jê dernakeve, yanî ew qatilê me dernaxin holê û her û hal, ew qatilên xwînxwar nabêjin ku va me wî kuştî ye! Yanî ê wan, çi gur û çi jî dêlegur, ew bê gazin e, mirov dê çawa gazina, an jî dawa tiştekî li dijminê xwe bike!
Lê qene be ew îmkanên Şahredarîyê ku vêga ketine destê we, hema çend kilo birons ji bo me jî bikirin (lê bira ne guhesin be haaa!). Ma qey hûn pê top navêjin. Yan jî hûn dikarin kampanyakê li dar xin û herin cem esnafên Batmanê; yên aşxana, qehwa, dikandarîya û hwd. Îcar wê çaxê hûn ê bibînin ku wê ji hêla ekonomî de tu pirsgirêk, yanî tu problem dernekeve.
Tew min jî digot ku; niha we ji zûde navê min li meydanekê kiriye! Yanî min jî tu daw û doza ziyaretekê li we nekiriye, yanî mesela wek: ”Zîyareta Melik Şêxmûs!” û hwd.
Îcar ê me, daxwaza me tenê heykelekî mutewazî ye û me dawa tu heykelê zêr yan jî ziv, li we nekiriye, hema birons be jî ew ê îdare bike!
Îcar ez jî di wê qeneetê de me, ku ew ê îcabî bikaranîna wan metodên kevin, yên hişkeberê nemîn e, yanî wextê ku ez di iczê de û di nava wê çarşîya Batmanê de û çeka min di destê min de, yanî kevirê min di destê min de û ez bi temamê wê xezeba xwe, di nava wê cadê de û ez di aksîyonê de û ku bê xelkê çawa xwe ji ber min û bi şiklekî wilo wan xwe didan alî, yanî te digot qey Tisûnamî li wan rabû ye û ew xwe ji ber pêlên Tisûnamî, her yekî xwe bi alîyekî ve diavêje. Lê wek hawê ku me got, şubha me tune, ku hûn ê tiştekî ji bo me jî bifikirin, yanî hûn ê wê daxwaza me bi cî binin û wî heykelî çêkin!
Lê tevlî ewqas dereng mayin jî, disa jî tu caran bawerîya min ji we neşikest û bawerîya min bi we tê, yanî Miletê Kurd, yê cefakar, pir wefakar e û we jî gelek tofan û afat derbas kirin, yanî we jî di bin wê super terorê de tu rojek xweş nedit û ji ber wê yekê jî, hûn jî birîdarin û îcar ê min jî, bi tenê ricakî ye, yanî eger ku wextê we, yê vala bimîne, ji ber ku, yên ku ji we digrin, ji xwe wan diavêjin hundir, îcar yên ji we ku li derva ne jî, ku wextê we ji ber çûyin û hatina qereqolê û mihakêmê û hwd bimine û îcar ku yê me jî, ji we re nebe derdê ser derdan! Îcar dîsa jî ku hûn wê mesela, yanî wî heykelî jibîrnekin, belkî baş be…
Vêca gelî hemşerîyên min, îcar divê ku hûn li vir min baş guhdarî bikin, eger ku we bi rûmetdana peykerekî şeref da me, ya ku qet şika min jê tune ku hûn ê pêk bînin, îcar ji bo wê yekê, eger ku hinekî tahmsarî nebe, pêşnîyazek min heye û ew jî wilo ye: Belê, mesela ew heykel dikare li ba wê qozîya garaja Midyadê, ew cîyê ku li hemberê wê qulûba xerbende ya wî koşkarê Sêrtî û bila berê min li alî Pasaja Bîçîcîya (Biçiciler Pasajı) be! Û îcar wextê ku we dest bi çêkirina peyker kir, yanî ew heykrltraşê ku çêke, îcar bira ew, li ba gelek tiştên min yên karaterîstîk û divê ku ew, ew parduso, yanî ew qapûtê min, ewîyê ku di rengê yê Qulombo de, lê ji yê wî hinekî dirêjtir jî jibîr neke.
Û îcar wekî din, yanî, ji xwe nizanim ku hewceyî gotinê ye an na, lê dîsa jî em bi çend gotina hinekî behs bikin, her û hal ew ê ne xerb be. Yanî ger ku mirov pir bi kurtî çend gotina ji bo îzaha şikil, form û qakibê wî heykelî bibêje, îcar divê ew heykel û gerek ew bi wî şiklê ku ez di tevgerê de, di aksîyonê de bim, yanî wilo ez di çalakîyê de, ew were çêkirin! Û ji ber wê yekê jî, belkî jî li vir hinek îzahata din jî pêwîst be. Îcar ji xwe hûn zanin, lê dîsa jî, em piçekî ji bo îzahatê hewl bidin: Yanî divê ew wek hergav, ew qapûtê min li min û kevirê min di destê min de û ez weke ku li bayê bezê û di hicûmê de bim û piştî bazdanê, yanî ew sekna min ya karaterîstîk, ango ya minî xas û dîsa, ya ku min, piştî wê bazdanê û wexta ku ez akut, yanî acîl û pêre pêre di cî de disekinîm û min xwe li ser nigekî tux dikir, lê nigê min î din ji paş ve li hewa û min xwe di cîyê xwe de, xwe ber bi jor ve û ber bi jêr ve û min xwe nizm û bilind dikir, îcar yên ku nizanibûna, wê wan bigata ku qey têlek elstîk (yay) di bin nigê min de ye!
Û îcar heke ku hûn wê daxwaza min bînin cî, belkî hingê hestîyên min di tirbê de hinkî rehet bikin!
Îcar gelî Batmanya û gelî hemşehrîyên min! Vêca rica min ya dawî jî, ji we ew e, ku merasima vekirina wî heykelî, eger mimkun be, bira Ehmed hoste veke. Îcar, eger û şahyet hûn bipirsin, gelo çima ji nava temamên esnafên Batmanê Ehmed hoste? Wê gavê em, bêyî ku xwe li hev babidin, yan jî xwe li hev bizîvirînin, an jî xwe virde û wirde bidin û dîsa yan jî weke sîyasetvanan ku bi seeta xeber didin, lê bêyî ku ew tiştekî bibêjin! Lê em dîrekt, yanî yekser ji we re bibêjin: ji ber ku wî, yanî Ehmed hoste, belkî hê ji min jî xweştir dikir; ew bazdan û sekna min î karakterîstîk, ya ku me li jorê hinek hewil da ku wê (ne mimkun e, ku mirov wê îzeh bike! Lê em zêde dirêj nekin), izeh bikin!
Îcar ku Ehmed hoste wê daxwaza min bîne cî, ew ê ne xerb be. Lê vê carê bira ew, ji dêlva xeberan re, siloganên wek; aşîtî ”bariş” û biratî! Û ji dêlva kevir re jî, bira ew rahêje meqsekê, ji bo ku ew piştî wê bazdana min ya karakterîstîk, ku wî heqîqeten ji min jî xweştir çêdikir, yanî piştî ku wî texlîtê min kir û îcar bira ew bi wê meqesê, wê qurdelê, wê terîşê bibir e û heykel veke! Û bê şik, divê ku ew çend gotina jî di derheqê, hinek ji wan şan û şûdên min, yên bêhejmar, ku me li pey xwe hişt, bi lêv bike!
Îcar wê ziyarata ku we ji bo Birako çêkiriye û hûn kor û hişk pê bawerin, vêca ez jî bi wê Zîyareta we sond dixwum, ku hûn heykelekî ji min re jî çênekin, wê ew zîyaret bi we vede!
Belê hemşehrîyên min ên delal û birûmet, jibîrnekin ku dinya gewrik, ji kesî re namîne, yanî ji yekî weke min re jî, yanî ji Şêxmûs bavê xezebê, yê ku we jê re digot: Marêreş re jî nema!
Lê ji xwe weke ku pêşîyan jî gotiye, ”Mirovên qenc zû dimrin!”.
Îcar ya herî baş ew e, ku hûn rojekê berî rojekê, hê ku zeman heye, yanî berî ku Melkemot weke ku ew her roj, li derîyê hineka dixe û ku ew rojekê li derîyê we jî bixe, yanî we jî zîyaret bike, wî ”Abîdeyî” rojek berî rojekê çêkin!
Yanî, ji bo ku, hem em bi wî bijîn û hem jî hûn, yan na, ez ne bawerim ku hûn rûyê behiştê bibînin. Îcar li me gotin!
Û em bi gotinek pêşîyan dawî li vê nivîsê bînin: ”Ê ku xwest rûkî yê ku neda herdu rû reş!”.
Gulan 2006
M. H. Şimşek

Inga kommentarer: